02 mars 2019

Şibandina însên bi lawiran


Di swêdî da gotinên bi teşbîhên/şibandinên heywîn, lawiran pir in. Ez dixwazim ji van teşbîhên lawiran/heywîn çend numûneyan bidim.

Di kurmancî da jî teşbîhên wiha pir in. Di kurmancî da jî meriv însanan dişibîne şêr, kûçik, ker, gur, rûvî, kund, bilbil, pisikê û hwd...


Wek mozeke azirî
Wek qazekê bêmejî, bêaqil
Wek kerekê serhişk, bi înad
Wek mişkekî gorristanê feqîr, hejar
Wek seyê avê jêhatî
Wek gêrikekê karkir.
Wek mozekê karkir
Wek çûkekê azad
Wek qijikê nexweşik
Wek berxikekê dîndar
Wek berazakî nexweşik
Wek pitpitokê kêfxweş
Wek marmasî şematok
Wek gur birçî
Wek kûçikê pûdel biaqil
Wek kund biaqil, jîr
Wek rûvî fenok
Wek kûçik îteatkar
Wek zêrmasî bi hiş
Wek şêr xurt
Wek kevroşkê tirsonek
Wek bilbil dengxweş
Wek pisikê jêhatî
Wek hirçekê bi qewet
Wek boxeyekî bi hêz
Wek dîkekî serbilin
Wek mişkekî bêdeng
Wek pisikê çist
Wek mirîşkê gêj

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE