12 mars 2019

Şairê ji komunîstiyê çerxî faşîstiyê kir

Îsmet Ozel yê ortê ye


Îsmet Ozelê şair jî wek her kesî ji diya xwe însan bûye, lê dû ra bûye segekî kurmî, faşîst û namerdekî bêemsal. 

Di twitta "iskender sezek" da vîdeoyek vî namerdê ereb heye, heqaretê li kurdan dike, bi bêedebîyeke mezin tinazê xwe bi kurdan û bi kurdî dike.

Di heqê kurdî û kurdan da gelek gotinên rezîl û bêmistewa dike, dibêje zimanekî bi navê kurdî tuneye...
Ji ber ku wîdeo bi tirkî ye min parve nekir. Lê yê bixwaze kane here malpera "Iskender Sezek" ya jî ya Abdullah Kiran û li vîdeoyê temaşe bike.
Di vîdeoyê da namerdiya xwe baş nîşan dide.



Lê Îsmet Ozel ne neyartiya kurdan tenê dike, bêyî tirkan û musilmanan ew nayarê Xerbê û hemû cîhana xiristiyan e. Li gorî wî dibê hemû misilman bi terorîst bin, ”wezîfeya misilmanan ya yekem dibê bi terorîst bin.”

Îsmet Ozel 50 sal berê ne faşîst û hewqaî ne neyarê kurdan bû. Destpêkê şairekî komunîst bû, dû ra bû dîncî û nuha jî bûye faşîst-dîncî, panturkîst û zirzopekî antî-kurd. Ez Îsmet Ozelê nuha, ne yê 50 sal berê rexne dikim. Îsmetê 40-50 sal berê nas nakim, nizanim çi şair bû.

Lê di asasê xwe da gava mesele dibe kurd û Kurdistan çep, rast, dîndar, faşîst, lîberal, hema hema hemû tirk dibin neyarên kurdan. Çend hebên wek Îsmet Ozel neyartiya kurdan nakin, ew jî ji bo kursiyê ye, kurd wan dikin parlamenter û xwedî kursî...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE