19 mars 2019

Rexneya siyasî û exlaq


Şîreteke rahmetiyê Arîstoteles ya gelkî kêfa min jê ra tê heye, gotiye, "Merivê biaqil her tiştê difikire nabêje, lê belê her tiştê dibêje difikire."

Xwezîka her kesî li gorî vê şîreta apê Arîstoteles hereket bikira û her tiştê dihat bîrê negota û bi wan gotin û îdîayên xwe yên bêbingeh xelk sûcdar nekira.


Lê devê devbelaşan ne doxîna meriv e meriv girê bide, gava bext û mesûlîyet tunebe meriv kane her çamûrê bavêje ji hevalên xwe yên berê da.

Gava meriv nav jî nebêje buhtan û çamûravêtina xelkê rehettir e. Çimkî mixatabekî diyar tuneye.

Lê ev ne metodeke rast e, gava meriv şexsek îtham kir, ji devê wî hin gotin neqil kir, dibê meriv nav jî bibêje, ji bo ku him meriv bizane ew îdîa rast e ya na û him jî ew şexs jî kanibe xwe biparêze.  

Ji bo ku hin kes ji meriv ra bibêje "aferîn" ji hin dibê meriv buhtanan li hevalên xwe neke.

Û gava rexneyek meriv ya siyasî, îdeolojîk hebe jî dibê meriv ne sergirtî, bi nav û edres bibêje. Ji bo ku yê hember jî kanibe bersîvê bide û xwe biparêze.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE