20 mars 2019

Neyarên me ji bo me teslîm bigirin li Şamê civiyan


Do serekerkanê Artêşa Îraqê Osman Ganimî, serekerkanê Artêşa Îranê Muhammed Bakirî bi serekerkanê artêşa Sûriyê û bi Beşar Esed ra li Şamê civiyan û li hemberî kurdan ewê siyaseteke çawa bimeşînin fikrên xwe ji hev ra gotin, plan û programên mişterek çêkirin. 

Her çiqas serekerkanê Tirkiyê vekirî û bi rengekî resmî beşdarî civînê nebûbe û bi Esed ra risim negirtibe jî lê miheqeq Tirkiye jî li pişt perdê di civînê da bû. 



Tirkiye di şerê li hemberî kurdan da hertim hêza pêşî ye- Lema jî miheqeq Tirkiye jî di nav da  ye. Ji xwe ji zû da ye berpirsiyarên Tirkiyê yên leşkerî û MÎTê bi Sûrîyê ra civînan çê dikin.

Tirkiyê bi Sûriyê ra di herbê da ye û him erdê Îraqê dagir kiriye û him jî yê Sûriyê. Lê Îran, Îraq û Sûriyê dîsa jî ne li hemberî Tirkiyê, li hemberî kurdan dibin yek. 

Sûriye û Îraq ji Tirkiyê ra nabêjin ji erdê me derkeve, wek ku tiştek nebûbe bi dewleta erdê wan, bajarên wan dagir kiriye ra rûdinin û plangeriya şerê kurdan dikin.

Dijminên li gel hemû şer û nakokiyên nabêna xwe jî tên ba hev, lê kurdên me yên başûr ji bo kursiyekê, du kursiyan li hev nakin, ev çend meh in di ser hilbijartinan ra derbas bûye, nikanin hukûmetê ava bikin. 

Civînê li ser civînê çê dikin, beyanê li ser beyanê didin lê netîce tuneye. Hemû mesele here were kursiyek du kursîyên hukûmetê ne. 

Gava meriv berjewendiyên şexsî, partîtî û malbatî di ser yên netewî ra bigre netîce ev e, dawiya wê malwêranî be jî meriv dev ji berjeweniyên xwe bernade.

Şeş meh di ser hilbijartinan ra derbas bûne lê hîn jî hukûmet çê nebûye û diyar nîne kînga jî çê bibe. Çar dewletan wek keftar û gurên har dora me girtine û dixwazin wek milet me li herçar perçên Kurdistanê êsîr bigrin. Lê yên me hîn li ser kursiyek, du kursiyên mexlîseke ne serbixwe li hev nakin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE