16 mars 2019

Ne ya tirkan, xetereke me ya bekayê heye



Kesên Tirkiyê îdare dikin, Bahçelî, Erdogan her roj dibêjin ”meseleyeke tirkan û Tirkiyê ya bekayê heye.”

Yanî xwedêgiravî hebûna Tirkiyê, mayin û berdewamiya Tirkiyê di tahlûkê da ye. 

Li gorî îdîa berpirsiyarên Tirkiyê kurd dixwazin Tirkiyê ji ortê rakin û dawiyê bidin hebûna tirkan.


Yanî ”bekaya” Tirkiyê û tirkan bi azadbûn û neazadbûna kurdan ve girê didin. 


Dibêjin heger kurd li rojavayê Kurdistanê ya jî li beşekî din yê Kurdistanê azad bibin û Kurdistan çê bibe, ya jî kurd li Sûriyê bibin xwedî otonomî jî hebûna Tirkiyê dikeve tahlûkeyê. Wê demê îhtîmal heye Tirkiye nemîne.

Helebt ev demagojî û vireke bi boçik e, azadiya kurdan û çêbûna Kurdistanê tirkan û Tirkiyê ji ortê raneke, ev îdîayeke bêbingeh e.

Kurd ne li dû dagirkirina Tirkiyê ne, kurd welatê xwe dixwazin, dixwazin li welatê xwe wek tirkan azad bijîn.

Ji roja Tirkiye ava bûye û vir da ye, kemalîst, irqçî, faşîst û dînciyên tirk vê derewa ”bekaya tirkan û Tirkiyê” tim di rojeva xwe da digrin û pê tirkan ditirsînin û li hemberî kurdan pîj û gurgîn dikin. 

Mesela wan û bekayê qet naqede. Li gorî tirkan ji bo Tirkiye bimîne, ebedî be, dibê Kurdistan çê nebe û li her çar perçeyên Kurdistanê kurd tim bindest bimînin û hêdî hêdî bihelin, bibin tirk, ereb û faris.Yanî garantiya mayina Tirkiyê tunebûna kurda ye, li her derê bindestmana wan e. 

Li gor Erdogan, Bahçelî û kesên wek wan difikirin heger kurd li beşekî Kurdistanê azad bibin û Kurdistan çê bibe, ewê Tirkiye nemîne û koka tirkan jî biqele, ya jî ewê wan dîsa bişînin dera jê hatine.

Ev nod sal in tirk vê derew û gefa ”bekayê” her dubare dikin, tu carî ji rojeva xwe dernaxin.

Lê Erdogan ev demeke tirsandina bi ”bekayê” pir dubare dike, yekî nizanibe ewê bibêje umrê Tirkiyê çend meh mane. Heger li Sûriyê kurd bibin xwedî statuyeke siyasî Tirkiye ewê ji prtê rabe.

Lê ya rast tu meseleyek tirkan û ”bekayê” tuneye, yanî ne dewleta wan û ne jî tirk ne li ber wendabûn û tunebûnê ne. 

Ji tirkan bêtir mesela kurdan û bekayê heye.
Kurd li ber tunebûnê ne.

Heger li bakur û rojavayê Kurdistanê kurd nebin xwedî mafên netewî ewê bihelin û bibin ereb û tirk.
Li Tirkiyê, Sûriyê û Îranê zimanê kurdî li ber mirinê ye. 

Kurdistan di bin dagirkeriyê da ye û li beşê Tirkiyê û Sûriyê demografiya wê hatiye guhertin. 

Li Îranê û Îraqê jî rewş ne cihê ye. Li başûrê Kurdistanê hin der di bin destê kurdan da bin jî lê beşekî mezin hîn di bin dagikeriya Îraqê da ye û ereb lê hatine bicîhkirin. 

Li bakurê Kurdistanê bajarên 70-80ê sal berê ji sedî sed, ji sedî nod, ji sedî heyştê kurd bûn, îro bûne bajarên tirkan û bi milyonan kurd jî bûne tirk.

Lema jî ne tirk, em kurd li ber tunebûnê ne, ji tirkan bêtir mesleyeke me ya bekayê heye. Û ji bo ku wiha ye dibê em viya eşkere bibêjin…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE