17 mars 2019

Nas dikim



Mamosteyê sinifa yekê di dawiya salê da li ser herfan dipeyivî. Herfa "Ç" li textê nivîsî û ji Jîro pirsî:
-Ev kîjan herf e?
Jîro fikirî û hinekî bi şermokî got:

-Mamoste, weleh ez wê herfê baş nas dikim, lê nuha navê wê nayê bîra min...


Nahele
Nahele Mamoste di dersa kîmyayê da qala tesîra asîtan ya li ser madenan dikir. Ji bêrîka xwe pereyekî madenî derxist û ji xwendevanên sinifê pirsî:
-Nuha ez vî pereyî bavêjim nava vê asîtê hûn dibêjin ewê bihele ya na?
Şêro destê xwe bilind kir û got:
-Na, ewê nehele.
Mamoste got:
-Çima ewê nehele?
Şêro bi rengekî ji xwe bawer got:
-Heger biheliya te yê perê xwe xera nekira...

Mirîşk
Mamoste ji Sosina biçûk pirsî:
-Ji bo însên heywana, heywanê herî bi kêr, bi feyde kîjan e?
Sosin hinekî fikirî û got:
-Mirîşk e...
Mamoste bi meraq pirsî:
-Çima mirîşk e?
-Çimkî berî zayinê jî tê xwarin û piştî zayinê jî tê xwarin.

Pasaport 
Mamoste di dersa tarîxê da qala keşfa Amerîkayê û Krîstof Kolombo dikir. Piştî axaftina xwe qedand ji sinifê pirsî:
-Zarokno, bi ya we serketina Krîstof Kolombo ya herî mezin çi ye?
Xwendevanekî destê xwe bilind kir, got:
-Bê pasaport û bê vîze çûyina Amerîkayê ye !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE