29 mars 2019

Ma tenê xweşik e?




Sidqî Zîlan li ser xweşikiya, bedewiya ala Kurdistanê gotiye:

”Ji bo ku ala me ye nabêjim, lê bi rastî jî ala Kurdistanê pir xweşik e !”

Mihemed Sanri jî ev gotina Sidqî Zîlan tesdîq û şirove kiriye, gotiye:

”Ma tenê xweşik e?
Ya din jî ala dinyayê ya herî pir û pak e. Bi qasî zereyekê jî di zulmê û  kedxuriyê negeriyaye, aleke  dinyayê ya  tam azad e !”


Gotina xweş xweş e, kêfa min gelekî ji gotina xweş ra tê.

Ji xwe dinya bi gotinên xweş, bi surişta xweş û bi merivên pak û bedew xweş e. Ya na ma derdê dinyayê qet tê kişandin? 


Sidqî Zîlan jî Mihemd Sanri jî, herdu jî hosteyên gotinên xweş in, peyvê dirêj nakin, kin dibêjin lê belê tim di çaviyê da lêdixin, tim xweş dibêjin. Ya jî em bibêjin bi piranî xweş dibêjin.

Ez û Sidqî Zîlan di warê îdeolojîk û siyasî da gelkî ji hev dûr in, em xwediyên du bawerî û du îdeolojiyên ziddî hev in. 

Lê belê ev yek ji bo min nabe sebebê ez jîrîya camêr înkar bikim.

Di hin warên siyasî da ez û Mihmed Sanri jî wek hev nafikirin. Lê dîsa jî kurdekî gelkî kêfa min jê ra tê û ez jê hez dikim.

Qelemeke wî ya gelkî xurt heye. Nêçîrvanekî têra xwe nîşangir e, derbên wî tu carî nabe qerewane, tu carî li fûtê naçe, tim li orta hedefê dixe.

Xwezî dev ji tirkî berda û tenê bi kurdî binivîsîya. Lê ez zanim gurra min nake.


Sidqî Zîlan jî gava tiştên rast diparêze yekî hosteyê peyvê ye, lê bawerî û îdeolojiya wî gelek caran tiştên şaş pê dide gotin.

Şaşî xweş were gotin jî ne xweş e. Hin caran tiştên pir di cî da û pir xweş dike û dibêje û hin caran jî tiştên meriv qet jê napê dibêje û dike.

Helbet li gorî min şaş. Lê li gora wî ez şaş im, îdeolojî û baweriya min çewt e, ez li ser riyeke şaş im. 

Xwezî van herdu kesan qet bi tirkî nenivîsandina, tenê bi kurdî binivîsandina. 

Ez zanim tiştekî wiha nakin û di vî warî da hin argumentên wan jî hene, ez wan fêm dikim, lê qebûl nakim. 

Lê li gel vê jî bi hebûna wan û kesên wek wan kêfxweş im; Xwedê kir kir ew hene û hêvî dikim kesên wek wan zêde bibin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE