31 mars 2019

Li Tirkiyê piştî hilbijartinan ewê çi bibe?


Sibe(min ev nivîs do bi şev nivîsî) li Tirkiyê û li Kurdistanê hilbijartin e û 57 milyon hilbijêr ewê herin ser sindoqan û rayên xwe bidin.

Muxalefeta Erdogan û Bahçelî dibêje heger ew Stenbolê, Anqerê, Îzmîrê, Edenê, Bûrsayê, Mêrsînê û çend bajarên din yên mezin bigrin ewê kursiya Erdogan biheje û bibe destpêka têkçûna Cepheya Cumhûr.


Ez bawer nakim muxalefet bi ser keve û heger bi ser keve jî ewê bi kokus pokusekê dîssa wek xwe bikin û bibêjin me qezenc kir !

Yanî bi rayan, bi riyeke demokratîk Erdogan îktîdarê nade kesî.

Çimkî tirk ne tu milet e! 

Heta tirk ev tirk bin, ev tirsonek bin û di demeke wiha da jî neyartiya kurdan ji xwe ra bikin medsela sereke, kursiya Erdogan saxlem e. 

Tirk naxwazin Erdogan bixin, heger bixwestana Kiliçdaroglu nedikirin serokê CHPê û hewqasî neyartiya kurdan nedikirin. 

Bi Kiliçdaroglu 101 hilbijartinên din jî çê bibe Erdogan ewê tim qezinc bike.

Ji bo ku kanibin zora Erdogan bibin yek, dibê merivekî baştir bibînin û ya din jî dibê wek AKPê neyartiya kurdan nekin. Ji bo ku kurd li metropolan rayên xwe bidin CHPê dibêfeydeyeke kurdan tê da hebe.

Sibe netîce çi be jî him rewşa kurdan û him jî ya tirkên mixalif ewê xerabtir bibe. Rewşa Tirkiyê ewê ji ya îro pir û pir xerabtir bibe.

Ji xwe heta Erdogan li ser hukim be rehetî ji tu kesî ra tuneye. Bêkarî, feqîrî, zul ewê roj bi roj zêde bibe.

Lê hêvî dikim texmîna min şaş be û muxalefet bi ser keve û ev rejîma îslamî-faşîst zeîf bibe.
Dirêj bajo jî Tirkiyê bela xwe dîtiye....
2019-03-30

XXX
Gava meriv wek hev bifikire, fikrê meriv yek be hevkarî, lihevkirin, xebeta bi hev ra rehet e. 

Ya muhîm dibê meriv di rojên wiha teng da kanibe dijayetiyên nabêna xwe bide aliyekî û destê xwe bide hev û bi hev ra têkoşînê bide. 

Îro ji bo kurdan ya muhîm kurdên her fikrê û siyasetê bi hev ra şerê dijminên xwe bikin. 

Navê vê yekîtiya netewî ye, ji bo em kanibin zora dijminên xwe bibin em mecbûr in tehamul û tenezulî hev bikin. Çareseriye gelşên nabêna me meseleyeke dû ra ye.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE