26 mars 2019

Li Tirkiyê hilbijartin êdî lîstikekek vala ye


Li Mûşê 31 kurd girtine, li Mêrdînê û nizanim li ku nizanim çiqas kes girtine. 

Her roj li vir û li wir ji HDPê çend kesên berbiçav digrin. 

Ji xwe Soylu û Erdogan dibêjin HDP li hin deran qezenc bike jî piştî hilbijartinan ewê qeyûman tayin bikin.


Tirkiye êdî ne dewleteke mûza ye jî, hilbijartin, meclîs, mahkime filan hemû nav û komedî ye.

Dibê kurd û mixalefeta tirk siyaseteke li gorî van şertan bibînin, bimeşînin.

Di hilbijartinan da mixalefet ji sedî 90î jî bigre dîsa Erdoganê qezenc bike. 

"Xwedê" jî bi hilbijartinan nikane zora Erdogan bibe. Lema jî dibê kurd dev ji xeyala demokratîkirina Tikriyê berdin xelasbûna ji vê civat û dewleta faşîst bikin hedefa xwe.

XXX

Trump do bi biryarekê got Girên Golanê êdî li Îsraîl helal be. Ji nuha û pê da Golan erdê Îsraîl e û ez viya qebûl dikim.

Kî erdê kê dikr erdê xwe, kî Golanê li kê helal dike ew ji xwe ra zanin, bi me nakeve em xwe tevê bikin. 

Karê ne ji min ra bayê wî di ser serê min ra. 

Yê me ne "Golanek", welatek di bin dagirkeriyê da ye. 

Yek dewleta musilman ji Tikriyê, Îranê, Îraqê û Sûriyê ra nabêje ji Kurdistanê derkevin. Belovacî wê, hemû dibêjin gerek Kurdistan tu carî çê nebe.

De îcar çima emê xwe di ber dijminên xwe da biqeherînin? 

Sala 1967a Sûriyê, Misrê û Urdinê bi hev ra êrîşî Îsraîl kirin.

Heger Ereb bi ser ketana ewê hemû cuhû qir bikirana û dewleta Îsraîl jî ji ortê rakirana. Nuha jî Sûriye wek tiştek nebûbe Golanê paş da dixwaze. Dibê bedelekî vê êrîşê hebe. Golan tazmînata vê êrîşê ye.

Hêvî dikim Îsraîl hin erdê din jî bigre. Îsraîl biçûk e, jê ra erd lazim e...

XXX

Bi navê Xwedê Erdogan û Bahçelî du serokên tam layiqî tirkan in û heta ji serê wan jî zêde ye. 

Yanî li gorî makê golik pakê. 

Heger tirkan kesên wiha layiqî xwe nedîtana ew nedikirin serokên xwe.

Yanî heyvan xerab e, milet ne tu milet e, lema kesên jê dikevin jî ne tu meriv in, marîfeteke wan tenê heye, kûreya derewan in û neyarê qewmê kurd in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE