21 mars 2019

Li dinyayê îtîbara dijminên me di binê sifirê da ye


Ez qet mubalexe nakim, îro tu siyasetmedar û serokekî ewrûpî naxwaze serok û berpirsiyarekî Tirkiyê li welatê xwe bibîne. 

Ew çi fortê didin xwe û çi derewê dikin bira bikin, lê îtîbara Tirkiyê û kesên Tirkiyê îdare dikin li Ewrûpayê di binê sifirê da ye.  Û heta ew vê zulmê li me bikin û mafê me nedin halê wan jî ewê tim ev halê rezîl û perîşan be.


Kes naxwaze birêvebirên Tirkiyê bi mîvaniya rojekê jî werin welatê wan. Di medyaya Ewrûpayê da Tirkiye welatê herî bi xof e, welastê azadî û demokrasî lê tuneye. Tirkiye wek welatekî dibê meriv jê hevza xwe jê bike, jê bitirse û riya xwe vênexe...

Îro li Ewrûpayê pasaporta herî bêqîmet û bi problem pasaporta tirk e, wek pasaporteke qrîmînel tê dîtin.

Îro li Ewrûpayê akademîsyen, nivîskar, siyasetmedar ji ber fikirên xwe, ji ber bîr û baweriya xwe tenê ji Tirkiyê direvin. 

Di van du sê salên dawî da bi dehhezaran tirk û kurd ji Tirkiyê û ji Kurdistanê reviyane Ewrûpayê û welatên din.

Erê dewleteke me ya serbixwe tuneye û li sê perçên Kurdistanê em bindest in. 

Lê li alî din li dinyayê em ji neyarên xwe, bi taybetî jî ji tirk û ereban pir bi îtîbartir in.

Îro hemû medyaya dinyayê bi teqdîr û bi hurmeteke mezin qala kurdan û mêraniya wa nya li hemberî hovên Daîşê dike.

Lê îtîbara dijminên me yên xwedî dewlet sifir e, her kes qala wahşet û hovîtifya Daîşê û piştgiriya Tirkiyê ya bi qatil û hovên Daîşê ra dike. 

XXX
Nûnerê berê yê Serokê Amerîkayê yê Hevpeymaniya Navdewletî yê li dijî DAIŞê Brett McGurk, Newroza kurdên Kurdistana başûr û rojava pîroz kiriye û gotiye û em hemû deyndarên we ne.

Ji berk u tu nankoriyê û bêwefayiyê nakî mala te ava be. Lê ez hêvî dikim deynê we ne spasî tenê be, di nava gurên debixwîn da hûn me bi tenê nehêlin.

Spasî û pesin me ji êrîşên hovan naparêze, dibê hûn bi me ra bêbextiyê nekin, hûn bextê xwe nefroşin neyarên me û we.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE