29 mars 2019

Kumê rastan xwar e lê serê wan bilind e


Kumê rastan tim xwar be jî dibê meriv rastiyê bibêje. Kumê meriv xwar be jî serê meriv bilind e. Serbilindî ji kumê xwar muhîmtir e.

Kesê rastgo bêtirs e, rehet e, serê wî bilind û pişta wî rast e. Ev yek jî aramiyekê dide ruhê kesê rastgo.

Her tim rastiyê bibêje, ji bo ku tu mecbûr nemînî te çi gotiye were bîra te.

Mark Twaîn


Di jiyanê da ji bo navekî baş rastgoyî dostê herî wefadar e.
John Webster 

XXX

Eduardo Galeano gotiye, ”heger neyê tahmdan/dahfdan tu dîktator nekve.”

Gotineke gelekî rast e. Jiyana Galeano bi micadeleya bi despot û dîktatorên latînamerîkî ra derbs bû. Lema jî camêr xwedî tecrûbeye û zane çi dibêje.

Muşterekîyeke hemû dîktaroran heye; hemû dîktator bi riya tirsê îktîdara xwe didomînin. Lê ev jî heta derekê ye. Rojek tê gel dîwarê tirsê dihedimîne û dîktator di bin da dimîne. Di tarîxê da numûneyên vê yekê pir in.



Ez û xanim dema îro digeriyan li ser girekî em rastî dareke pir ecêb hatin. Pêşiya me girtî bû, min nikanîbû ji nêz ve rismê wê bigirta. Lê dareke pir kevn xuya dikir, guliyên wê yên hişk wek fitlên maran li hev geriyabûn. Pir ecêb xuya dikir. Min ji dûr va rismek girt lê pir ne baş e.

Ji xwe ez jî ne wênekêşekî/fotokêşekî baş im, dibê ez li ser vî ilmî hinekî bixebitim.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE