25 mars 2019

Kulek û kor li hev vehesiyan li dikana Evdilor !



Tansu Çîller û Mehmet Agarê xwedî sabîqeyên giran jî beşdarî mitînga Erdogan û Bahçelî-Tifaqa Cumhûr- ya Stenbolê bûne.

Kût û kulek û kor, li hev vehesiyan (hatin ba hev) li dikana Evdilor...

Agar û Çîller du anakonda ne, bi sedan kurd daqultandine. Destên herduyan di xwîna gelek kurdan da heye.

Lê ji bo Erdogan ferq nake, her kesê neyarê kurdan êdî dost û mitefiqê Erdogan e.
Yê di bahrê wer be ji hewla ruh xwe li mahr dipiçikîne.

XXX
Li hundur însan çi hîs dikin ez nizanim, lê ji der ve da Tirkiye pir dişibe Almanyaya dema naziyan. 

Ji hemû dîmenên meriv di medyayê da dibîne bîn û boxa irqçîtiyê û nazîzmê difûre. 

Bîneke wisa irqçî û faşîzan, meriv li Stockholmê jî wê hewayê û atmosferê his û tenefus dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE