20 mars 2019

Karê zavê



Bavê keçikê ji xwazgîniyên keça xwe pirsî, got:
-Ma karê zavayê me çi ye, çi karî dike?
Bavê zavê got:
-Weleh di Facebookê da malpereke wî ya 59 hezar kesan heye.
Bavê keçikê karê zavê fêm nekir, bi meraq got:

-Ew çi kar e gelo?
Birayê zavê yê biçûk çû hawara bavê xwe, got:
-Apo, di malpera xwe ya Facebookê da 59 hezar kesî îdare dike, li pirs û daxwazên wan guhdarî dike, bersîva pirsên wan dide, pêşniyaran dike, rê nîşanî wan dide…
Bavê keçikê gotina birayê zavê birrî, got:
-Ê çima hûn nabêjin camêr mudûr e ! Wê demê bi Xwedê min da û çû…


Milyaketa bi sê baskan
Mamosteyê risim ji xwendekarên xwe xwest her kes rismê firîşteyekê (milyaketekê)çêke.
Piştî dersê her kesî rismê xwe teslîmî mamoste kir. Jîro jî rismê xwe da mammoste.
Mamosta bala xwe dayê sê baskên firîşteyê(milyaketê)hene. Got:
-Ma te qet firîşteya bi sê baskan dîtiye?
Jîro got:
-Mamoste, ma te jî qet firîşteya bi du baskan dîtiye?

Zewac
Temelê laz û xanima xwe ji bo hev berdin li mahkimê bûn. Hakim ji bo ku navê jina wî ji devê wî bibihîze ji Temel pirsî:
-Tu bi kê ra zewicî ye?
Temel got:
-Bi xatûna xwe ra.
Hakim hêrs bû, got:
-Ê te qet dîtiye kes bi mêrekî ra zewicî be? Her kes bi xatûnekê ra zewicî ye...
Temel got:
-Erê min dîtiye.
Hakim got:
-Ew kî ye?
Temel bersîv dayê:
-Xanima min, ew bi mêrekî ra zewicî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE