07 mars 2019

Jin û zarokên Daîşê bûn bela serê kurdan



Daîş rêxistineke terorîst ya îslamî ye û xwest ji muslimanan ra dewleteke îslamî ava bike û Ewrûpayê, Amerîkayê û hemû kesên ne musilman bi cîhadê bike musilman. 

Yanî hedefa Daîşê ya nêzîk dagirkirina Kurdistanê û Ewrûpayê û qirkirina hemû kafiran bû.


Lema jî Daîşê herî bêtir şerê kurdan û xiristiyanan kir û bi hezaran kurd kuştin, serên gelek ewrûpiyan jê kirin.

Lê îro ji dêlî ku musilman û welatên ereb û îslamî li jin û zarokên terorîst û celadên Daîşê xwedî derkevin, ew bûne belaya serê kurdan û xiristiyanên û Ewrûpayê.

Ereban, Tirkiyê û musilmanan ev wahş û cinawir çê kirin û bera bedana kurdan û ewrûpiyan dan, nuha jî li jin û zarokên çeteyên xwe dernakevin û kirine bela serê xelkê…




Wezîrê karên hundur yê Tikriyê Suleyman soylu ji bo kurdên ji Ewrûpayê diçin Tirkiyê gotiye:

” Hin kes hene li Ewrûpayê, li Almanyayê tevî civênên rêxistina terorê dibin û dû ra jî tên li Antalyayê, li Bodrûmê, li Muxlayê tatîla xwe derbas dikin. Me ji bo wan nuha tedbîr girt. De bira werin ji balafirxaneyan derbas bibin ez bibînim!
Ewê werin girtin, de hay dê ji vir, êdî wek berê ne hêsa ye. Tu yê li derve xayintiyê bikî, li hundur, li Tirkiyê kêfa xwe, sefa xwe biqewitînî, tiştekî wiha ji nuha û pê da êdî ne mimkûn e…”

Weleh mêrik pir vekirî peyivîye, helal be jê ra.
Lê li gel vê jî dest kurdan ji peravên Derya Spî û Egeyê nabin...


Li Diyarbekrê li ser jinan konferansan didin. Dibê meriv neçe perê xwe nede konferansên asîmîlasyonê. Her tiştê me temam e "xwendinên jinan ya Diyarbekrê" ji me kêm e!

Pir xêrxwazên jinan û kurdan e bira tiştên wiha bi kurdî bikin. Îro ji bo jinan jî û bi bo kurdan jî tiştê herî baş fêrbûna kurdî ye, hewisîna kurdî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE