03 mars 2019

Ji kurdên AKPê û TRTkurdî pirsek !



Erdogan do dîsa got, ”heger hûn Kurdistanê dixwazin li bakurê Îraqê Kurdistan heye, biterqizin herin wir. Li vî welatî Kurdistan tuneye.”

Di nava AKPê da hin kurd hene heger ne derew be hebûna Kurdistanê qebûl dikin û dibêjin ew ji kurdistanê ne.

Di TRTkurdî da jî hin kurd hene xwedêgiravî ew jî hebûna Kurdistanê înkar nakin û dibêjin welatê wan Kurdistan e.

Nuha ez ji Vahdetîn Înce, Muhsîn Kizilkayayê û ji hemû kurdên AKPê û TRTkurdî dipirsim: 


-Hûn ji vê çavsoriya Erdogan ra çi dibêjin, gotineke we ya hûn ji wî ra bibêjin heye ya tuneye?

Heger hûn jî wek Erdogan nabêjin ”li welatê me Kurdistan tuneye”, fermo tiştekî ji Erdoganê mahcir û pêsekiniyê tirkan ra bibêjin.

Heger hûn jî wek Erdogan nafikirn, bibêjin Kurdistan heye û ew welatê me.

Gava hûn viya nebêjin maneya xwe hûn jî wek Erdogan difikirin. Heger hûn wer nafikirin îtîraz bikin, rexne bikin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE