11 mars 2019

Ji bo çi welatên musilman hewqasî paşdemayî ne?


Îslamîyetê musilman gêj kirine, bûye sebebê paşdemayin û bêtoleransiya wan, bûye sebebê miletên musilman feqîr û cahil bimînin û ilm û îrfan û teknîkê fêr nebin. Rê li ber pêşketinê, guherînê û fikirînê girtiye.

Xelk û alem diherin asîmanan û tên, dinya kirine lîstokek biçûk û dana destên însanan, yên me hîn bi çîrok mîrokên ereban yên vala mijûl in.


Nizanim kîjan erebî 1300-1500 sal berê çi gotiye, nizanim cinet û cahnime çawa ye, nizanim dibê meriv çawa xwe "paqij bike", çawa avdasê bigre, hîn viya minaqaşe dikin.

Lema jî musilman bi pêş nakevin, paşdamayî, nezan û cahil in, feqîr û birçî ne. Xelasiyê û çareyê di koçberiya Ewrûpayê da dibînin.

Bi milyonan reviyana Ewrûpayê û bi milyonan jî di rê da ne. Çimkî li welatê wan zulm heye, azadî tuneye û birçî ne. Bi dua û nimêjê ne civat bi pêş dikeve û ne jî zikê însanan têr dibe. Îcad tuneye, marîfet tuneye, hilberîn tuneye.

57 welat endamên Teşkîlata Yekîtiya Îslamî ne. Ji 57 welatan di warê ilm û teknolojiyê da kîjan bi pêş ketiye?

Ne yek jî.

Li kîjan welatî refah, azadî û demokrasî heye?
Ne li welatekî jî.

Ji kîjan welatê musilman însan ya ji ber zulmê, ya jî ji birçîna narevin Ewrûpayê, Amerîkayê, Qanadayê û Awisturalyayê? 

Ji telefona destên me bigre, heta vê interneta em bi kar tînin, hemû wasite, alet, keşf û îcadên îro însan jê feydeyê dibînin kîjan ya msilmanan e?
Ne yek jî.

We qet dîtiye ji welatekî xiristiyan însan ji ber zulmê û ji birçîna reviyabin, xwe avêtibin dexlê welatekî musilman? 

Li gorî we sebebê vê yekê çi ye ?
Gelo musilman hemû ji makzayî da kêmaqil in ya jî îdeolojiyek, sîstemek nahêle însan azad bifikirin û xwe biguherin?

Dîn. felsefe û îdeolojiya ereban ya prîmîtîv rê li ber pêşketina civatên musilman girtiye, hertiştî ji Xwedê dipên, aqil, îrade sifir e.

Hûn dibîni çar welatên musilman û miletên wan çi tînin serê me kurdan? 

Ereb, tirk, faris û bi hezaran musilmanên dinyayê li ser navê dîn û îslamîyetê li me kurdan kom bûne û serê me jê dikin, tecawizî keç û jinên kurdan dikin. Jinên kurd ji xwe ra dikin kole! 

Ji ber ku êzdî ne musilman in dibêjin qetla wan helal e, mal û namûsa wan li musilmanan helal e!

Vana kî ne, yên vê wahşetê dikin li ser navê çi dikin?

Hemû musilman in, li gorî dînê îslamê cîhadê dikin, kafiran dikujin û tînin ser dînê heq.

Heta nuha çend welatên musilman, kîjan dezgeha îslamî, çend alim û zanayên îslamî li dijî wahşeta Daîşê derketin û piştgirî dan kurdan?

Ne yek jî...

Yên alîkariya kurdan dikin, yên nahêlin musilman qira hemû kurdan bînin "gawir" in, welat û miletên ne xiristiyan in. Ne xêra alîkariya Amerîkayê û welatên Ewrûpa bûya nuha li Sûriyê û Îraqê û qira me anîbûn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE