14 mars 2019

Îşê patron zor xuya dike


Firokeyên şer yên Rusyayê Idlib bombebaran kinine. Li gorî medya dinivîse di êrîşê da 13 kes hatine kuştin û li dora 60 kesan jî birînda in.

Dostiya Tirkiyê û Rûsyayê dostiya rûvî û quling e, li ser xapandinê ye. Xapandin jî heta derekê ye, piştî nuxteyekê dawiya xapandinê û durûtiyê tê û her tişt dîsa vedigere qeysa xwe ya berê.


Rûsyayê gotiye me li El-Qaîdeyê xistiye. Idlib di bin dagikeriya Tirkiyê da ye, dibê El Qaîde li wir tunebe. Hela ka em binêrin xwediyên El Qaîdê Tirkiye ewê ji Rûsyayê ra çi bibêje ?

Îşê patron û lîderê mezin zor xuya dike…

XXX
Heta îslamîstên tirk nebûbûn îktîdar ji me gelekan nizanîbûn ew ji faşîstan bêtir faşîst û pan-tirkîs in. 

Lê bi xêra 17 salên îktîdara AKPê derket ortê îslamîstên tirk tirkçîtiyê di ser dînê xwe ra digrin. Dîn, îslamîyet ji bo wan maske ye, ew xalis muxlis faşîst in û neyarên qewmê kurd in...

XXX
Nufûsa Tirkiyê tevî kurd û tirkan li dora 80 milyonî ye. Em bibêjin bira kurd 20-25 mîlyon bin. 

Li wir dimîne 55-60 milyon tirk. Di nava 60 milyon însanî da 2-3 tirkên wek Îsmaîl Beşîkçî, 2-3 merivên bi rastî ronakbîr tunene. 

Tu dibêjî belkî zîlqa mirîşkan ya jî vîjika zarokan enjekteyî mejiyên wan kirine. Kîjan tirk, kîjan siyasetmedar devê xwe vedike jahr û gemar ji dev diherike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE