09 mars 2019

Îro jî me li Stockholmê guh da du kurdên zaza



Îro li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî li ser rewşa kurdên kirmanc(zaza)û zaravayên wan semînerek berfireh hat dayin.

Semîner ji alî Komeleya Nivîskarên kurd li Swêdê û Kitêbxaneya Kurdî ve hatibû amadekirin û axaftevanên semînerê jî Mehmet Selîm Ûzûn û Îhsan Espar bûn. Herdu axaftevanan jî bi teferûat qala xebatên grûba Koma Vate û kovara Vate kirin.


Ji gelek bajarên Swêd gelek kurd beşdarî semînerê bûn. Di dawiya semînerê da li gel hin pirsan, li ser tahlûkeyên li pêş zazakî û kurmancî û wek kurd em kanin çi bikin gelek dîtin û pêşniyarên cuda hatin minaqaşekirin.


Li Swêd ev cara pêşî ye li ser tarîxa kurdên zaza û zazakî semînereke wiha berfireh tê dayin. Semîner bi zazakî û kurmancî bû. 
Mehmet Selîm Ûzûn bi kurmancî û Îhsan Espar jî bi zazakî peyivî.

Semîner û civînên bi vî rengî ji bo ku meriv li lehçeyên kurdî yên cuda guhdarî û nas bike gelkî bi feyde ne.

Her cara li Kitêbxaneya Kurdî  civînek, semînerek çê dibe ez destvala venagerim malê, tim bi çend kitêban ji kitêbxanê derdikevim. 

Yanî dewla min tim bi avê dikeve…
Îro jî mala Mustefa Aydogan ava be camêr ”Rêbera Rastnivîsê” ya Komxebata Kurmancî ji min ra ji welêt anîbû.

Min jê xwestibû û mala wî ava, wî jî ji bîr nekiriye, îro li kitêbxanê da min. Ezê bixwînim.

Min bi rê da û nuha hinekî bala xwe dayê, jê hinek xwend. Ez rastî hin formên ne mimkûn e ez qebûl bikim û binivîsim hatim. 

Lê dibê ez bi temamî bixwînim.

Wer xuya dike gelek form û pêşniyarên di kitêbê da ezê ne pê ra bim. Lê ev normal e. Hijde(18)kesan du salan kedek mezin dane vê berhemê û ji bo standartbûna kurdî li gorî xwe hin tişt pêşniyar kirine.
 
Di nava gelek pêşniyarên baş û rast da, wer xuya dike hinên ”şaş”, ya jî li gorî hin kesan şaş jî hene.

Bêyî ku meriv xebatê reş bike dibê li ser were peyivîn û kêmasî û ”şaşî” werin destnîşan kirin. Bi vî hawî di çapên pêş da meriv kane wan kêmasiyan û “şaşiyan” biguhere û rast bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE