11 mars 2019

Hesabê wan yê mal û bajêr li hev derneket


Înkar û neyartiya kurdan ewê tirkan hîn pir rezîl û perîşan bike. Ev nîna ye, tirnîna hîn maye.

Wan digot belkî Erdogan ewê tenê kurdan bipelixîne, bişewitîne û tirkê jî firîkê xwe bi agirê bi serê me ketiye biqelînin. 

Lê hesabê wan şaş derket. Ne bi qasî me jî agir bi wan jî ketiye, ew jî dişewitin. Û ewê hîn xerabtir jî bibe.
 
Gava agir bi daristanê dikeve ter û hişk bi hev ra dişewite.

Dibê tirk, ereb, faris, Amerîka û Ewrûpa baş bizanibin heta em kurd li Tirkiyê, Sûriyê, Îraqê û Îranê azad nebin, mafên xwe yên netewî negrin ne li van welatan û ne jî li herêmê rehetî ji kesî ra tuneye. 

Agirê me ewê gelekên din jî bişewitîne. Lema jî heger faris, tirk, ereb û dinya dixwaze li herêmê şer û teşexele tunebe, aramî û îstîkrar hebe dibê kurd li herçar perçên Kurdistanê bigihîjin mafên xwe yên netewî.

 XXX
Xeyal û hedefa cihûyan (yahûdiyan) hertim avakirina dewleteka netewî bû, loma jî cihû dawîya dawî, piştî mahciriya bi hezarên salan bûn xwedî dewlet.

Dibê em kurd ji tarîxa cihûyan dersê bigrin. Dibê xeyal û hedefa me kurdan jî tim dewleteke metewî be. Em tim wê xeyal bikin û ji bo wê bixebitin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE