06 mars 2019

Ezê pir vekirî bibêjim.



Bêyî ku meselê dirêj bikim, ezê pir vekirî bibêjim. Tiştê ez dibînim li ba tirkan mafê me, qîmeta me kurdan bi qasî ya kûçikan jî tuneye. Kî çawa dibîne bi kêfa xwe ye, lê ez wiha dibînim, wihsa his dikim.


Gava li Tirkiye yek zulmê li kûçikekî dike, dikuje bi hezaran tirk li dijî wê wahşetê derdikevin, medyaya tirk qala hovîtiya li kûçik hatiye kirin dike, rismên wahşetê diweşînin...

Polîs bi dû kesê sûcdar dikve. Berpirsiyarên hukûmetê wahşetê mahkûm dikin.

Parêzvanên mafên heywanan beyanên dilşewat didin, qala însaniyetê dikin...

Lê gava eynî zulm, heta hîn jî zêdetir li kurdan tê kirn, gava leşkerên tik ne yek, bi dehan kurdan dikujin, ne tenê kes dengê xwe nake; di ser da tirk, medyaya tirk, berpirsiyarên hukûmetê pesnê wahşeta xwe didin, dibêjin nizanim me çiqas "terorîst bêtesîr kirin"! 

Di medyaya sosyal da tirk, leşker û polîsên xwe pîroz dikin, dibêjin we çêxweş kiriye lê belê hindik e, dibê hûn koka kurdan biqelînin.

Lê gelek kurd hîn jî nizanin, hîn jî fêm nekirine li ba tirkan qîmeta wan bi qasî ya kûçikan jî tuneye. Heval û endamên AKPê jî di nav da…

Heger di vê dîtina xwe da ez şaş im fermo eksê wê nîşan bidin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE