07 mars 2019

Erdogan maye di nabêna xelîl û celîl da...



Erdogan ketiye feqa xwe. Ji bo ku kanibe li Sûriyê bi rehetî şerê kurdan bike wek bertîl ji Rûsyayê S-400 kirî.

Lê îcar Trump ji vê bazara wî aciz bû. Nuha maye di nabêna xelîl û celîl da, ne  kane dev ji kirîna S-400î berde û heger bikire jî Trump dixeyide. Û razîkirina herduyan bi hev ra jî zor xuya dike.


Lê îro li ser acizî û gefên Amerîkayê, Erdogan gotiye ewê dev ji kirîna fuzeyên   S-400î bernedin. Hêvî dikim wisa be.

Erdogan gotiye:
”Di mesela S-400î da me mesele qedandiye, paş da vegera me qet ne mimkûn e. Me bi wan(bi rûsan) ra li hev kir, emê bi hev ra çê bikin. Dibe ku piştî S-400î em derbasî S-500î jî bibin.”

Amerîkayê heta nuha gelek caran got heger Tirkiye dev ji kirîna fuzeyên S-400î bernede ewê ambargoya aborî denynin ser Tirkiyê.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê, Robert Pallandino do li ser vê meslê got: 

“Me pir eşkere bala Tirkiyê kişand û me got eger Tirkiye ji Rûsyayê sîstema S-400î bikire, emê beşdariya Tirkiyê ya bernameya balafirên  F-35an ji nû ve binirxînin û ev yek ewê bibe sedema di pêşerojê da dana çekên din jî bê rawestandin.”

Amerîka di vê meselê da pir cidî xuya dike. Çend roj berê li ser daxwaza Trump, Amerîkayê Trikiye ji ”sîstema baca kêm” derxist. 

Û heger Tirkiye dev ji kirîna S-400î bernede bi qasî xuya dike ambargoya aborî jî jî ewê were rojevê.
Erdogan ji bo dagirkirina Efrînê û li Sûriyê bikanibe bi rehetî şerê kurdan bike bi kirîna S-400î Rûsya bertîl kir. 

Lê vê bertîlkirina Rûsyayê nuha ew xistiye feqê; îcar Amerîka qeherîye û lê hatiye xezebê.
 
Erdogan dixwaze bi kirîna Fuzeyên Patrîot Amerîkayê jî bertîl bike, dibêje heger em li hev bikin em kanin ji we jî Patrîotan bikirin. 

Lê Amerîka qebûl nake, dibêje gerek hûn ji Rûsyayê S-400î nekirin. Çimkî ew fuze ji bo me û NATOyê tahlûke ne.

Bi kurtî Erdogan ketiye feqa xwe, nuha dişibe Hurmuza 7 mêr, Pûtîn memnûn dike, Trump aciz dibe û memnûnkirina Trump û Pûtîn bi hev ra jî mumkûn xuya nake.

Heta nuha kê zulm li kurdan kiriye zû dereng ayê wan jê ra nemaya, belkî ayê kurdan ji Erdogan ra jî nemîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE