22 mars 2019

Erdogan dîsa got ezê destûrê nadim !


Erdogan beyana serokê Amerîkayê Trump ya li ser Girên Golanê rexne kiriye û gotiye, ”ewê tu carî îznê nedin meşrûkirina dagirkeriya Girên Golanê.” 

Tu dibêjî qey hinekan îzin ji efendî xwesitiye !

Kuro tu îznê bidî çi ye, tu îznê nedî çi ye?

Bi Xwedê ne kes ji te îznê dixwaze û ne jî te bi tiştekî dihesibîne. Tu belasebeb xwe li ber baranê çil dikî. Tu çi fortan bidî xwe te jî kes te bi tiştekî nahesibîne. Hema qet bi paçikan serê xwe mezin neke...

Bawer bike ne Trump û ne jî Netanyahû filesekî xwe jî di te nadin. 

Hema heta ji te tê bike birrebirrr…

Lê gava Erdogan beyanên wiha dide pir kêfa min tê, ez dixwazim her roj li dijî Amerîkayê û Îsraîl beyanên wiha bide.

Ne ev ”ehmeqiyên” neyarên me bin karê me pir zor e.

Wî bi xwe Efrîn, Îdlib dagir kiriye û li wan deran ala tirk daçikandiye, lê ji bo Girên Golanê qehremeniyê dike, xwedêgiravî Sûriyê diparêze.

Heger tu li dijî dagirkeriyê ye, dibê tu welatê xelkê dagir nekî. 

Hûn ji alîkî da welatê xelkê dagir dikin û dixwazin hin derên din jî dagir bikin û ji alî din jî li dijî dagirkeriyê derdikevin.

Ev durûtî ye.

Lê bawer bike êdî her kesî hemû numareyên te baş nas kiriye, lema jî tu qîmet û giraniyeke gefên te tuneye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE