29 mars 2019

Edeb û rexne

Di medyaya sosyal da gelek caran xwedêgiravî bi navê rexneyê gelek tiştên ne xweş û bêedeb ji partî partî û şexsan ra tê gotin. Ev tiştekî qet nexweş e, dibê meriv neke û yên dikin jî xweş nebîne.

Meriv kane ji yekî, ji fikir û îdeolojiya wî û ji tercîhên wî yên siyasî hez neke, heta jê pir aciz be, ev normal e. Ji xwe meriv nikane ji her kesî, ji her fikrê û ji her partiyê hez bike.


Gava hewce be dibê meriv bi rengekî medenî fikrê xwe li ser partiyan jî û li ser şexsan jî bibêje, rexne bike. Ez bi xwe dikim û gotina xwe tu carî nadim paş. 

Lê belê rexnekirin ne bêedebî û heqaret e. Rexneya siyasî bi termînolojiya siyasî, rexneya edebî jî bi termînolojiya edebî dibe...

Ne xweş e meriv ji xelkê ra xeberan bide ya jî heqaretê li xelkê bike.

Gelek caran di medyaya sosyal da hin kesên xwenezan bi navê rexneyê heqaretê li însanan dikin, gotin û peyvên pir bêedeb dibêjin.

Li hemberî kîjan kurdî, kîjan partiyê dibe bira bibe, dibê meriv bêedebîyê, lûmpeniyê him neke û him jî xweş nebîne, neecibîne...

Meriv nikane bi cahilan, bi bêedeban, lê meriv kane bi xwe, dibê meriv parvekirinên ne xweş neecibîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE