02 mars 2019

Dijimên me ji hemû nirxên mirovahiyê bêpar in


Xwezî dijminên me hewqasî ne wahş, hewqasî ne dirinde, pûşt û namerde bûna. Dixwazin bi wahşeta xwe, bi celatî û qetlîaman me biqedînin.

Di şerê li hemberî da guh nadin tu prensîbê şer yê navnetewî, exlaqî û însanî; ji bo ku zora me bibin her namerdiyê û wahşetê mubah dibînin. Ew ji hemû nirxên mirovahiyê bêpar in.


Dema xurt bûn em wek mirîşkan şerjêkirin, bi namerdî dest avêtin namûsa me, keç û jinên kurd ji xwe ra kirin êsîr û kole û nuha jî li ber nigên me wek kûçikan kûzekûza wan e û ji me merhamet û şefqetê dixwazin, dixwazin em li jinû bîjiyên wan xwedî derkevin. 

Kurd miletekî esîl e, zulmê li siwîlan, li kesên bêparastin û êsîrên xwe nakin. 

Dinya nuha vê ferqa esaleta kurdan û ya dijminên me yên ereb û îslamî dibîne.

Em bi ser kevin jî tu carî dev ji mirovahiya xwe bernadin, di tarîxê da navê pêşiyên me jî ne bi namerdî û bi hovîtiyê, bi egîdî û bi mirovahî û dilrahmiya xwe bi nav û deng e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE