17 mars 2019

Dibê meriv çêyiya xelkê înkar neke, bişêkirîne


Musilmanên oldar, îslamîst, cîhadî him li dijî xiristiyanan in, him li dijî dînê wan, kultura wan û şiklê jiyana wan in û him jî ji her welatê musilman direvin xwe davêjin dexlê xiristiyanan...

Xiristiyan wan naxwazin, li dijî hatina wan in, lê ew qefle bi qefle, bi zor tên.

Û dû ra jî dibêjin çima hûn ji me hez nakin? 

Ma musilman, îslamîst ji xiristiyanan, ji dînê wan, ji kultur û şiklê jiyana wan hez dikin?
 
Bêguman hez nakin, ji wan ra dibêjin kafir!

Meriv ji yekî hez neke, li dijî wî be naça mala wî û jê alîkariyê naxwaze. 

Tirştên musilman û efrîqî li Ewrûpayê dikin heger ji sedî yekê wê ewrûpî li welatên musilman û li efrîqayê bikin ewê tavilê wan lînc bikin. 

Dibê meriv hinekî xwedî ûjdan be û çêyiya xelkê înkar neke. Welatên Ewrûpayê bi milyonan feqîrên efrîqî û musilman xwedî dikin.Yek jî karekî nake.

Ne muslimanan û ne jî ne jî efrîqiyan
 li welatên xwe ewê tu carî xweşbînîyeke wiha nîşanî xiristîyanan nedana 

Bi baweriya min ewrûpî di her warî da me, ji musilmanan baştir in, însantir, demokrattir û bi merhamettir in. Lema jî bi milyonan însanên feqîr xwedî dikin û zulm û neheqiyê li me nakin. 

Gerek em musilman viya înkar nekin.

Tiştên musilman û zarokên efrîqiyan, xerîban li Swêd dikin, bawer bikin ji sedî yekê wê jî kurd li bajarên tirkan bikin, tirk ewê tavilê hemû mal û dikanên kurdan talan bikin û bi sedan kurdî bikujin, ewê nehêlin kurdek jî li bajarê wan bimîne. 

Lema dibê meriv tim xelkê neheq neke. Rast e hin problem hene, lê ev jî normal e. Nufûseke pir zêde xerîb, musilman, efrîqî hatine Ewrûpayê û civat nikane vana entegre bike. Li hemû welatên Ewrûpayê bêkarî, sûc roj bi roj zêde dibe û ev yek jî hin gelşên siyasî, sosyal bi xwe ra tîne. Ev yek ne sûcê wan e, koçeke pir zêde heye, civat êdî raneke.

Dijminatiya musilmanan ya bi xiristiyanan, cihûyan û hemû dînên din ra ne şexsî ye, dînî ye.

Musilman hemû mirovên ne musilman kafir dibînin, hedef û wezîfeya wan ew e çi bi rehetî, çi bi zorê be her kesê ne musilman bîne ser "dînê heq" yanî bike musilman.

Ev îdeolojiya ekstirem bingehê peydabûna kes û hêzên îslamîst yên radîkal in. Daîş xida xwe ji vê îdeolojiyê digre. Li Ewrûpayê entegre nabe û xwe naguhere. Lê dixwaze her kesî wek xwe bike.

Musilman bêyî perê welatên xiristiyan, her tiştê wan heram dibînin. Lê dîsa jî direvin ba xiristiyanan. 

Daîş û hemû hêzên îslamî hedefa îslamê dixin praktîkê. Rojeke îniyê herin li mizgeftekê li waiza meleyekê guhdarî bikin, hûnê bibînîn li hemberî xiristiyanan çi agir ji devê mele dibare.

Heger welatên Ewrûpayê em kurd nesitirandana, em ji musilmanên ereb, faris û tirk neparastana nuha piraniya me tunebûn.

Tirkiyê, Sûriyê, Îraqê û Îranê ewê bi dehhezaran kurd bikuştana û di zindanan da birizandana.

Îro em kurdên dîasporayê xêra welatên Ewrûpayê dijîn. Wan em qebûl nekirana nuha gelekên me tunebûn. Dibê em viya înkar nekin.

 Bi milyonan kurd ji ber kê reviya ne Ewrûpayê û heger ewrûpiyan dest nedana ber me ewê halê me çi bûya? 

Yek çayekê dide meriv, meriv spasî wî dike. Bi milyonan kurd û misilman reviyane Ewrûpayê lê dîsa şêkir tuneye, dîsa jî ewrûpî xerab in û em baş in, dîsa ew neheq in.

Madem misilman, efrîqî hewqasî li dijî ewrûpiyan in, çima bi milyonanan koçî Ewrûpayê dikin?
 
Madem ewrûpî hewqasî pîs in û neyarên musilmanan in, çi îşê musilmanan li welatên wan heye?
 
Miletê meriv jê hez neke û dijminatiya wî bike meriv naçe balê û li welatê wî bi cî û war nabe.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE