14 mars 2019

Dibê kurd tu carî baweriyê bi berpirsiyarên Tirkiyê neynin



Efendim Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê SedatOnal bi serokwezîrê Kurdistranê Nêçîrvan Barzanî ra rûniştiye û nizanim çi gotiye û çi soz daye hukûmeta Kurdistanê û gotiye ew amade ne çi û çi bikin


Berpirsiyarên Tirkiyê çi dibêjin bira bibêjin, çi sozê didin bira bidin, çi derewê û şalûziyê dikin bira bikin vir e, dibê berpisiyarên Kurdistana Federe bizanibin ew neyarên wan yê herî xedar in. Tirkiye her tim li dû tunekirina Kurdistana Federe ye.

Çi bi dizî, çi eşkere ew li dû tunekirina wan in. Ew mar in. Ne ereb û ne jî faris, yek jî bi qasî hukûmeta AKPê û tirkan ne dijminê wan in.

Tirkiye çiqasî neyarê kurda ye di referandûma 25ê îlona 2017a ya serxwebûnê da me dît.

Serok û berpirsiyarên Tirkiyê hîn û hîn jî pesnê xwe didin, dibêjin ne em bûna Îraq û Îran li dijî referandûmê dernediketin û kurdan ewê serxwebûna xwe îlan bikira.

Yanî yê Îran û Îraq li hemberî kurdan girgîn kirin tirk in. Tirk viya tim dibêjin û pê pesnê xwe didin.

Di konferansa Hewlêrê da jî nûnerên Tirkiyê ev yek bi îftîxar got, got me nehîşt Îraq perçe bibe.  

Yên Kerkûk jî dan dagirkirin tirk in, Tirkiye ye. Tirkmen jî di nav da ne. Yê tirkmen kirine dijminên kurdan jî Tirkiye ye, Tirkiye tirkmenan li hemberî kurdan organîze dike. Ne tiliya Tirkiyê be tirkmen ewê hewqasî neyartiya kurdan nekin. Lema jî çi li başûr, çi li rojava be, li her derê Tirkiye gorra kurdan dikole, dixwaze wan bindest bihêle û tune bike.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE