19 mars 2019

Dibê kurd dewletên li pişt Daîşê bûn derxin ortê


Daîşê bi çavê koleyan li kurdan dinêrî û xwest miletê kurd êsîr bigre û ji erebên sune ra bike kole. 

Lê kurdan bi bedêleke mezin be jî ev rêxistina îslamî ya faşîst şikandin û nuha li Sûriyê qefle bi qefle teslîmî kurdan dibin. 


Bi hezaran serok, qatil û çeteyên ereb- îslamî di destên kurdan da ne. Dibê serok û mezinên van qatilan û celadên wan werin mahkimekirin û hêz û deweltên li pişt wan werin eşkerekirin. 

Îro ya herî muhîm êdî derxistin û eşkerekirina dewletên li pişt Daîşê bûn, yên alîkariyên madî û lojîstîk dan wan, yên ew li ba xwe vehewandin, yên rê û îmkan dan çûn û hatinên wan. 

Dibê têkiliyên vê hêza îslamî ya faşîst ya di 8 salan da bû sebebê qetlîam û wahşetên nedîtî, bi milyonan însan kuştin û koçber kirin derkevin ortê. Dibê dinya bizanibe kîjan dewlet li pişt vê rêxistina îslamî ya faşîst bû, kê çi alîkarî bi vê gurûha îslamî ya qatil ra kir diyar bibe. 

Tiştê PYD îro bike ev e, têkiliyên Daîşê yên bi Tirkiyê û dewletên din ra raxe ber çavê dinyayê. Di vir da dibê hukûmeta Kurdistana Federe jî, partiyên başûr jî dadgehkirina serok û qatilên Daîşê ji dinyayê bikin. Çimkî dijminê herdu aliyan jî yek e, qedera wan bi hev ve firêdayî ye.

Bi Daîşê ra tiştekî din jî baş eşkere bû; Ewrûpayê, Amerîkayê û hemû dinyayê dît li Rojhilata Nêz û Navîn miletê herî demokrat, xwedî kultureke bi tolerans û nezî nirx û hêjayiyên Xerbê ye kurd in. Faris, ereb û tirk hersê milet jî neyarên Amerîkayê û Ewrûpayê ne û demokrasiyê û plûralîzmê qebûl nakin.


Û heta miletê kurd negijîje azadadiya xwe û nebe xwedî dewleteke netewî li herêmê aramî û îstîqrar ne mimkûn e, şer û pevçûn tu carî naqede.

Ji bo li herêmê dawî li şer û bêîstîqrariyê were dibê kurd ji bindestiya ereb, faris û tirkan xelas bin, bibin xwedî dewlet. Dibê dinya vê rastiyê êdî baş fêm bike.

XXX
Ne pûlûperestî, eşqa pera bûya hewqas kurd nedibûn merivên dewleta tirk. Timayiya çend qurişên rezîl gelek kes kirine mitefiqê dagirkerên Efrînê, Kurdistanê û qatilên kurdan. 

Kesên îro li Anqerê û li Stenbolê bi dagirkerên Efrînê û bi xayinên kurdan ra civîn û programên telewîzyonê çê dikin, ji bo debera xwe himalî bikirana karekî bi şereftir bû.

Gotineke meşhûr heye, dibêje ”bi pera şerefê qezenc neke, bi şerefa xwe pera qezenc bike. Gava pereyê te qediya bira şerefa te jî neqede.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE