08 mars 2019

Biçirîne zirar tê nîne !


Serokwezîrê Tirkiyê yê berê Bînalî Yildirimê carê gotibû ”di koka min da jî kurdbûn heye” gotiye:

”Em gelkî qedir û qîmetê didin jinan; di vî warî da em ji gelek welatên Ewrûpayê pêşdatir in. Her sala derbas dibe him di siyasetê da û him jî di jiyana sosyal da em bêtir bi pêş dikevin.”
Berde binê te erd e!
Biçirîne zirar tê nîne ! 


Van îslamîstên bêmane û totikvala hewqasî bêrû bûne êdî şerm jî nakin. Merivê bêrû kane her fortê bide xwe.

XXX
Li Tirkiyê tiştên hewaqasî fahş, beradayî û dûrî aqilan dibin, berpirsiyarên dewletê tiştên hewqasî tewşomewşo û çetewarî dibêjin meriv ji matmayinê zimanê xwe yê biçûk dadiqultîne! Tirkan ev rejîm heq kiriye lê kurd jî di agirê wan da dişewitin.
Lê ez dibêjim ev zirt ewê ji gayê pîr ra nemîne.
Tirk ji zulma li kurdan dibe pir hez dikin û ne heyran û evîndarên demokrasiyê ne jî, lê belê birçîbûn û bêkarî ewê wan bîne rê.
Van salên dawî halê wan hinekî xweş bûbû, lê nuha roj bi roj feqîr dibin.
Ev ne bes e êdî kes newêre bibêje kirt. Dawiya vê ne elameta xêrê ye.
Tirkiye ji der va da, di medyaya Ewrûpayê da wek qampeke Daîşê xuya dike.
Heta mafê kurdan neyê dayin halê tirkan jî ewê tim ev halê rezîl be...

XXX
Li gorî rapora parlamenterê CHPê yê Gîresûnê Necatî Tigli, di nabêna salên 2016-2018a da li Tirkiyê 1021 jin hatin kuştin. Ev jî dike her meh li dora 30 jin kuştine.
Ne Tirkiye tenê, hemû welatên musilman ji bo jinan dojeh in.


8ê Adarê li hemû jinên kurd yên fedekar, kurdperwer, jinên keleş bi mil da li hemberî neyarên me yên ji însaniyet û medenîyetê bêpar in di şer da ne pîroz be !

Ferqa me û neyarên me !
Em azadî û ronahiyê,
ew koletiyê û tarîtiyê dixwazin.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE