21 mars 2019

Bi ya wan gerek li dinyayê gorrên kurdan jî tunebin


Carnan egîdekî mêran kane bi destê namerd û kûçikekî qol were kuştin.
 
Tarîxa me şahidê vê ye. 

Gelek egîd û gernasên mêran bi destê namerd û kûçikan hatin kuştin. 

Û gorrên wan jî nîşanî me nadin. 


Farisan Qazî Mihemed îdam kirin, lê termê wî feneşartin.

Gorra Qazî Mihemed, Sadrî Qazî û Seyfî Qazî nuha li gorrostaneke Mahabadê ne. 

94 sal di ser îdam û şehadeta Şêx Seîd û 48 hevalên wî ra derbas bûye lê hîn jî gorrên wan nîşanî me nadin.

82 sal di ser îdama û şehadeta Seyid Riza û lawê wî ra derbas bûye, lê hîn jî gorrên wan jî nîşan nadin.

59 sal di ser wefata Seîdê Kurdî ra derbas bûye. Wek gornepişkan bi şev çûn termê wî ji gorra wî derxistin û birin li dereke din gorr kirin ya jî avêtin. 59 sal di ser ra derbas bûye nabêjin gorra wî li ku ye, ya jî çi bi cenazeyê wî kirin.

Faris jî, ereb jî dagirkerên welatê me ne û bi hezaran ji me kuştine, gelek zulm li me kirine. Lê belê yek jî bi qasî tirkan irqçî û neyarên nave kurd û Kurdistanê ne.

Ji bo ku gorên şehîdên me nebin sembolên netewî û ji bo ku kurd zulma wan, qetlên wan bibîr neynin termên mezinên me nadin me, nahêlin malbatên wan û gelê kurd herin ser gorrên wan, gulekê deynin ser û fatîheyeke li ser bixwînin…

Nahêlin çimkî tirk hewqasî irqçî û neyarên me ne, naxwazin li dinyayê gorreke kurdan jî hebe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE