01 mars 2019

Bi gotinê êdî mû bi zimanê min va hat


Kurd û mixalefeta Erdogan-AKPê her roj qala hîle û sextekariyên hilbijartinê yên ji nuha da tênkirin dikin, numûneyan didin, sextekariyan bi belge nîşan didin. 

Ji wan wetnê bi van îfşeyan ewê kanibin rê li ber sextekariyên hukûmetê bigrin.

Xelk çi saf e yaho !


Bi gotinê êdî mû bi zimanê min va hat, qezenckirinan hilbijartinan ji bîr bikin, bi hilbijartinan hûn tu carî nikanin zora Erdgon bibin. 


Di hilbijartinan da hûn ji %90 jî bigrin AKP ewê dîsa qezenc bike. Dibê her kes baş bizanibe heta Erdogan sax be îktîdarê nade kesî. 

Hilbijartin, milbijartin hemû tiyatroyeke Erdogan e, bi vê tiyatroya senaryoya wê ji alî wî va hatiye nivîsîn dixwaze îktîdara xwe ya ne meşrû, bi hilbijartinên sexte meşrû bike. 

Heta Erdogan li ser hukim be sed hilbijartin çê bin tim ewê qezenc bike. 

Heta nuha tu dîktatorî bi rehetî îktîdar nedaye û yekî wek Erdogan qet nade.

Dibê her kes vê rastiyê bibîne û li gorî wê hereket bike. 

Erdogan gelek sûcên mezin kirine, ev hemû bi belge ne. 

Ew zane gava ew ji ser hukim da bikeve îşê wî pir û pir xerab e. 

Lema jî bi rehetî, bi hilbijartinan, bi riyeke demokratîk îktîdarê nade kesî.
Heta jê were ewê nede.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE