24 mars 2019

Berçavk



Lawikê biçûk ji pîrika xwe pirsî, got:
-Pîrê, ma rast e berçavka te her tiştî mezin dike?
Pîrê got:
-Erê ez bi qurban, te çima pirsî?

-Pîrê ez dora te me, dema tu şîraniyê dixî sehana(teyfika)min berçavka xwe derxe.

Zû têrrê bînin !
Rojekê têra* kerê Meleyê Meşhûr ji ber veşartin.
Mele bala xwe dayê ku têra kerê wî tuneye. Xwe qeherand û ji kesên li dor xwe ra bi hêrs got:
- Zû têra kerê min bînin, weleh heger têrr neyê ez zanim ezê çi bînim sere we!”
Bîstek derbas bû gundiyan têrr danê û jê pirsîn, gotin:
-Seyda, heger me têrr nedîta te yê çi bikira?
Mele got:
-Li malê cileke me ya kevn heye, minê ew bibiriya û bikira têrr.
*:Têrr, çewalekî biçûk e, dişibe heqîba hespan. Lê hinekî ji heqîbê mezintir e,

Bira nebêjin guherî
Ji bilêta serê salê ya Temirê feqîr ra îkramiya mezin derket, perakî pir girt. Lê dîsa jî deynê xwe yê der û dorê neda. Piştî sê mehan deyndar, beqal, qesab çûn ser, jê ra gotin:
-Bira, ev sê meh in bilêta te lêxistiye, êdî perê te heye, tu çima nayê deynê xwe nadî?
Temir got:
-Bira nebêjin zengîn bû û guherî…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE