10 mars 2019

Bêguman têkçûna Daîşê we xemgîn dike


Medyaya tirk pir kêm cî dide dîmenên teslîmbûna çete, celad û terorîstên Daîşê, fena ku di ber serê wan da bûyereke wiha tunebe.

Qala teslîmbûna terorîstên Daîşê nakin çimkî ev rewş bi wan pir zor tê, naxwazin çeteyên xwe di wî halî da nîşan bidin û moralê tirkan xera bikin.


Heger eynî tişt bihata serê HSDê û YPG û YPJê ewê 24 saetan wer qala têkçûna kurdan bikirana, ewê ji kêfa destên xwe hine bikirana. 

Lê nuha medya, hukûmet û miletê tirk bi hev ra heznî ne, şîna zilamên xwe dikin. Loma jî heta ji medyayê tê têkçûna celad û terorîstên îslamî nîşan nade.

XXX
Dijminên me ji bo ku me li welatê me bêmaf û bindest bihêlin di her warî da hêzên xwe kirine yek, hedefa wan em li tu beşekî welatê xwe azad nebin û her û her binddest bibînin.

Kurdê vê rastiyê nizane tuneye. Kî bibêje ne wiha ye vira dike, hevalê neyar e.

Tiştê nuha ji me tê dibê em jî heta mimkûn be hêzên xwe bikin yek û li hemberî van gurên har xwe biparêzin. Bêtifaqiya me karê neyarên me rehet dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE