09 februari 2019

Zarokên me çîrokên xwe dinivîsin

Evîn Ahmad


Nivîskar û lîstikvana kurd Evîn Ahmed xanimê îro li Kitêbxaneya Kurdî li ser romana xwe ya pêşî ”Rojekê ezê ji pera kelehekê ava bikim” sohbetek gelkî xweş kir.

Evîn Ahmed, keçek 29 salî ye, bavê wê kurdekî ji Silêmaniyê û dayika wê jî ji Efrînê ye.

Ew bi xwe li Swêd, li Stockholmê hatiye dinê û Dibistana Bilind ya Dramatîkê qedandiye û di gelek fîlm û piyesên muhîm da, wek piyesa Hamlet da û di fîlmên telewîzyonê da wek lîstikvana sereke rol girtiye. 

Ez û Evîn Ahmed

Û nuha jî, bi vê kitêba xwe wek nivîskar derket pêşberî hezkiriyên xwe yên kurd û swêdî. 

Roman 121 rûpel e û ji alî weşanxaneya Natur &Kulturê ve bi çapeke gelkî xweşik hatiye weşandin.


”Rojekê ezê ji pera kelehekê ava bikim” di nava cîhana edebî ya Swêd da kirîtîkên pir baş girt û olanek baş da û rexnegiran gelkî pesnê wê dan, roman şibandin şiîreke pir xurt û ji dil.


Roman bi gorrkirinekê dest pê dike. Yê mirî ye keç e, law e em nizanin, lê em wek hevaleka qehremana romanê qebûl bikin, xwe kuştiye. Zû ji dinyayê aciz bûye. Merasima li ser gorrê, halê dê û bavê ya mirî û hestên wê yê li ser gorrê gelkî bi bandor e.

Navê romanê, ”Rojekê ezê ji pera kelehekê ava bikim”, pera tîne bîra meriv lê belê ne li ser pera û zengîniyê ye, wê ev nav wek metaforeke nefreta ji pera û ji kesên zêde heyranê pera ne bi kar aniye.

Evîn Ahmed, di romana xwe da qala zaroktiya xwe, hevalên xwe yên zaroktiyê, neheqîyên li kesên zeîf kirine û rêwîtiyeke ji malbateke feqîr û ji taxeke xerîban, heta bi taxa Stockholmê ya herî meşhûr û dibistana Swêd ya herî bi nav û deng dike. Yanî qala rêwîtiyeke sinifî û ntellektuelî dike.

Evîn Ahmedê di romana xwe da bi xeyal û serpêhatîyên xwe ra, qala me jî, yanî qala dîaspora kurd ya Swêd jî kiriye.  

Di romanê da cara pêşî ye emê bibînin zarokên me çi jiyan e, çi zor û zahmetî dîtine, di zaroktiya xwe da çi xeyal kirine û bi çi çavî li me nêrîne?

Bi vî hawî emê wan û serpêhatiyên wan baştir nas bikin, bibînin zarokên me çi kişandine.

Zarokên me hakimên zimanê swêdî ne, lema jî kanin hestên xwe bidin der, kanin serpêhatiyên xwe bi riya edebiyatê bînin zimên. Lê em nikanin, ji me hîn kesî romanek li ser jiyana me ya Swêd ya destpêkê nenivîsî ye.

Bi hêvîya rojekê em jî romana xwe, çîroka xwe binivîsin û zarokên me jî bikanibin me, dê û bavên xwe baştir nas bikin.

Ji vê keça jîr û delal ra serketinê dixwazim, bi hêviya gelek berhemên din jî…

Not: Evîn Ahmedê romana xwe beş beş, perçe perçe di telefonê da nivîsîye û şandiye ser e-maîla xwe û dû ra jî aniye ser hev.


2019-02-09

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE