17 februari 2019

Vî dijminê me em pir êşandine


Do bîranîna 100 saliya Nûredîn Zaza bû. 

Piştî min li axaftinên kesên li ser jiyana Nûredîn Zaza guhdarî kir ez pir xemgîn bûm. 

Her ku meriv bêtir xwe nas dike, ji tarîxa xwe û serpêhatiyên pêşiyên xwe haydar dibe, gunehê meriv bi halê meriv tê.


Ez Nûredîn Zaza nas dikim û min bîranînên wî xwendiye. 

Yanî ez ne yekî wî nas nakim û haya min ji jiyana wî nîne.

Ev 100-150 sal in tirk zulmeke mezin li me dikin, qet rehetiyê nadin me, nahêlin berdewamî di jiyana me da çê bibe, nahêlin mezin, mîr, beg û ronakbîrên me yên welatparêz li welatê xwe bijîn, tim wan mecbûrî revê û surgûnê dikin. Hedefa wan demografiya Kurdistanê biguherin û me jî bi demê ra bikin tirk. 

Nûredîn Zaza û malbata wî jî numûneyeke ji vê trajediya kurda ye.

Kalê wî reviya ye, bavê wî reviya ye, ew reviya ye, yên li pişt wan hatine reviyan e, em reviyan e û nuha jî direvin.

Ji bo ku welatê me ji me bistînin nahêlin em li welatê xwe bijîn, tim me mecbûrî revê û mihaciriyê dikin.

Sûcê tirkan pir e, pir zulm li me kirine, dibê em viya ji qet ji bîr nekin û bi avakirina Kurdistanê heyfa xwe ji wan bigrin.

Îro piştî min li trajediya Nûredîn Zaza guhdarî kir, min hinekî din ji tirkan neferet kir...

XXX
Ziman jî wek ezayên(organên) laşê me ye. Çawa ku em nikanin bi destên xelkê bixebitin, bi nigên xelkê bimeşin û bi çavên xelkê ber xwe bibînin, bi zimanê xelkê jî em nikanin bibin milet û xwedî edebiyateke netewî.
Zimanê me hebûna me ye, ew here em jî diherin, dibin tirk.
Ji xwe bi milyonan bûne tirk, lê wiha dom bike çend milyonên mane jî ewê bibin tirk.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE