21 februari 2019

Tirk tam layiqî vê rejîmê ne


Li meclîsa Tirkiyê xaftinên bi lazî, ermenî û kurdî wek ”X” derbasî protokolê bûn.

Îro di mecelîsa Tirkiyê da bi minasebeta Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanî parlamenterê CHPê Mehmet Bekaroglu bi lazî, parlameterê HDPê Garo Paylan bi ermenkî û parlamentera HDPê Fatma Kurtulan jî bi kurdî silav dan meclîsê û çend gotin gotin.

Ji dêlî ku bibêjin filan kes bi filan zimanî peyivî, axaftinên hersê parlamenterna jî bi îşareta ”X” derbasî protokolan(zabitan)kirin.


Rejîma îslamîst ya AKPê sola nazîstan di teqayê ra avêtiye, heft xwezî bi rejîma apartheid ya Afrîka Başûr. 

Li tu dera dinyayê irqçîtiyeke bi vî rengî tuneye, tu dewletek, tu rejîmek hewqasî ji însaniyetê, medenîyetê dûr nakeve.

Lê rejîmeke wiha tam layiqî tirka ye, tirk dibêjin beroş gindiriyîye qapaxa xwe dîtiye. 

Kurd jî dibêjin Xwedê li gorî çiyê berfê lê dibarîne. Ev rejîma irqçî, faşîst tam li gorî qerekterê tirka ye. Neyartiya kurdan ew ji însaniyetê dûr xistine…

Ji bo tirkan ya muhîm neyartiya kurda ye, kî neyartiya kurdan bike, wan bikuje tirk jê hez dikin û rayên xwe didinê.

Heger milet milet bûya ewê ev irqçîtiya meclîsê protesto bikira. Lê yek tirk jî li dijî vê irqçîtiyê dernakeve.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE