22 februari 2019

Telefon ji dest nakeve


Bi şev û roj telefon ji destê Erdogan nakeve; wer xire xira wî ye... 

Rojekê telefonî Putîn dike, roja din telefonî Trump dike. Putîn û Trump ji derdê telefonên Erdogan bêzar bûne. 

Telefon neke sebra wî nayê, mêrik hîperaktîv e, dibê tiştekî bike, di hereketê da berket dîtiye.


Dibê her roj tiştekî bike, teşxeleyekê, tevliheviyekê derxe. Şer, teşxele, tevlihevî tunebe kursiya xwe di tahlûkeyê da dibîne.

Lema jî dibê tim civatê, însan mijûl bike, şerekî derxe, dijminekî bibîne, tahlûyekê nîşanî civatê bide.

Berdewamiya îktîdara xwe di sê tiştan da dibîne; şerê Sûriyê, Cimata Fetulah û PKK. Dixwaze ev hersê gelş tim hebin û wan ji bo xwe bi kar bîne.

Ev hersê tişt jî bûne gopalê destî wî, bi xêra wan li ser nigan disekine û heta jê were ewê bixwaze ev hersê gelş ji ortê ranebin. Roja şerê Sûriyê biqede ewê cî pir lê teng bibe.

Fetulah û PKK ji xwe lotoya wî ne, ne ev herdu dijmin bin ewê gel bi çi bixapîne ?

Do dîsa telefonî Donald Trump kiriye.

Li gorî medyaya tirk dinivîse herdu serok li ser Sûriyê peyivîne û li ser tîcareteke 75 milyar dolarî jî li hev kirine.

Ji bo dagirkirina rojavayê Kurdistanê, ji bo hemû bajarên kurdan bikin Efrîn mêrik geh Putîn bertîl dike, geh Trump, heta jê tê dirjîne, qet texsîr nake.

Ji bo ku Rûsya li Sûriyê bera leşkerê tirk nede, bi kirîna fuzeyaN Rûsyayê bertîl dike.

Gava Trump dixeyide, jê ra dibêje xwe aciz neke, ezê ji te jî bikirim, ya muhîm tu destûrê bide ez rojava dagir bikim.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE