15 februari 2019

Swêd gav bi gav dibe welatekî îslamîst



Li Swêd xerîb, musilman, îslamîst, Daîş û hevalbendên wan kanin her rexneyê li swêdiyan û li kesên li dijî îslamîstan bigrin, wan bi rasîzmê, bi nîjadperestiyê îtham bikin.

Lê heger swêdiyek li dijî qanûnên şerîetê û sîstema dewleta parelel ya îslamîstan derkeve tavilê ji wezîfeyê tê girtin.


Seroka birêveberiya belediya Goteborgê Ann-Sofie Hermansson û seroka Federasyona Ajnêberiyê Ulla Gustavsson ji ber ku li dijî hin kirinên îslamîstan derketin, ji ber ku şerîeta îslamîstan rexne kirin herdu jî di cî da ji wezîfeyê hatin girtin.

Uilla Gustavsson

Îslamîst li her derê îslamîst in, kî bêemriya wan bike, avilê tiliya xwe li çavê wan dixe; dixwaze bira ev welat Swêd be.

Çimkî Swêd êdî ketiye feqa ereb û îslamîstan, dewlet, hukûmet li gorî şerîeta îslamîstan hereket dike, ew çi bixwazin wiya dike.

Lema jî kes newêre li hemberî îslamîstan û şerîeta wan devê xwe veke; kî li hemberî wan tiştekî bibêje, rexneyekê li wan bigre, tavilê mohra rasîzmê û îslamîfobîyê lê dixin û swêdî jî di cî da dibin pisik, dibin mirîşk û dimelisin.

Ann-Sofie Hermansson 

Tiştê ez dibînim, dewleta Swêd, hukûmeta sosyaldemokrat û keskan û piraniya swêdiyan û partiyên wan dixwazin dîn biguherin û bibin musilman û Swêd jî bikin welatekî musilman.

Berê welat bi zor û bi şer dihatin dagirkirin, lê nuha musilman bi koçê welatan dagir dikin. 

Swêd yek ji wan welatan e gav bi gav dibe welatekî musilman. Êdî li Swêd ne qanûnên Swêd, ya jî li kêlek qanûn Swd, li her derê qanûnên şerîetê jî derbas dibin. 

Jinên musilmanan êdî wek li Suûdî û li Îranê bin, li meclîsê, li mahkiman, li mekteban, di sporê da, di cîmnastîkê û ajnê da jî wek jinên Erebîstana Suûdî li xwe dikin, wek pitikên, zarokên di pêçekê da pêçayî ne. Yanî wek li Îranê û Sudî bijîn.

Di demeke nêz da laçik û çarçefa Daîşê ya reş ewê li Swêd ji bo jinan bibe mecbûrî, jinên swêdî jî ewê xwe wek jinên suûdî û afgan çarçef bikin. Hindik ma...

Tirk, wek mahcir, koçber hatin Kurdistanê û dû ra welatê me ji me stendin, nuha em bûne koleyên wan, em nikanin nave welatê xwe hildin. Nahêlin em navê welatê xwe bidin partiyekê. Nahêlin e mala xwe hildin. Dibêjin gerek hûn hemû kurd bibin tirk.

 Li Swêd jî îslamîst eynî tiştî dikin, bêyî şer, gav bi gav Swêd dikin welatekî tam musilman. Erê hîn tam nebûye wek Kurdistanê, lê ewê bibe, ev nîna ye, tirnîna hîn maye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE