25 februari 2019

Spora dîk



Dîk(keleşêr) bi pey mirîşkê ket, ha li vir, ha li wir, nikanîbû xwe bigîhandayê. Di dilê xwe da got:

-Tişt nabe, heger gihîştimê ezê dilê xwe lê rehet bikim û bigihîjim miradê xwe. Û heger negihîştimê jî spor e, ji min ra baş e…


Fatûre
Piştî miayenê bijşîk/tuxtor ji mêrikê nexweş ra got:
-Nexweşiya te irsî ye, ez wer bawer dikim ji bavê te tê.
Nexweş got:

-Ê wê demê fatûreyê ji bavê min ra bişîne, bira ew heqê te bide.
Mirîşkê jî û dîk jî...
Qaymeqamê bajêr û axê gund bûn mîvanê muxtarê gund. Piştî çend gotinên xêrhatinê û silav û kilavan, muxtar devê xwe kir guhê axê û hêdîka jê ra got:

-Axa bi hatina xwe te şeref da me. Em we bê xwarin bernadin. Gelo em ji we ra mirîşkê şerjê kin ya jî dîk(keleşêr)? Hûn kîjanî maqûl dibînin?
Axa mizicî got:

-Muxtar, bi şev û roj ez ji we ra dixebitim, lê hûn hîn li dîk û mirîşkê difikirin. Ez çi dikim jî nikanim we ji gundîtiyê xelas bikim. Mirîşkê jî şerjê bike û dîk jî. Yê ji goştê mirîşkê hez kir ewê mirîşkê bixwe û yê ji goştê dîk hez kir ewê dîk bixwe…

Hirç
Çend nêçîrvanên tirk û kurd rûniştibûn sohbet dikirin. Nêçîrvanekî tirk got:

-Çendakî berî li Stenbolê li daristanên Belgradê ez derketibûm nêçîrê. Ji nişka ve ez çi bibînim, hirçeke wek hûtekê, bejna wê 5-6 mîtro mezin derket hember min…
Nêçîrvanekî kurd got:

-Malneket li Stenbolê, li daristanên Belgradê hirç çi digere?
Nêçîrvanê tirk got:

-Birayê delal ev hirç e, ma hirç çi zane wira daristanên Belgradê ye?


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE