06 februari 2019

Seriyê zilût



Du mêş li ser serê Hesoyê serzulût(keçel) viniştibûn û vir da, wê da lotik didan xwe, hûrik, hûrik lê diçêriyan. Yekê ji ya din ra got:

-Hey gidî dinyayê, hey gidî dinyayê, di ciwaniya min da vira daristaneke wer gurr bû, wer gurr bû, te nikanîbû gava xwe bavêta, çavan çav nedidît…


Zimanê tirkî
Xortekî ajnê nizanîbû ketibû Dîclê û li ber fetisînê bû. Di nava avê da çelpe, çelpa wî bû, dikir gazî û hawar, alîkarî dixwest, bi tirkî digot “kurtar, bogiliyem/min xelas kin, ez dixeniqim/ difetisim” !
Gundiyek kera wî li ber ji wir derbas bû, bi xeyd jê ra got:

-Lawo ji dêlî tirkî du ajnê fêr bibûya nuha tu nedifetisî. Tu kurdî fêr bibûya nuha min zanîbû tu çi dibêjî !

Risim
Rojekê Brezjnev ban şêwirmendê xwe kir, jê ra got:

- Bala min lê ye xelk pir diçe dêran(kilîseyan). Gelo meriv çawa kane rê li ber vê yekê bigre, çare çi ye?
Şêwirmend hinekî fikirî û got:
-Em rismên te li dêran daleqînin...

Hêk
Dîk û mirîşkê sohbet dikirin. Mirîşkê ji dîk ra got:

-Ez dixwazim ji vê dinya qilêrokî û pîs ra hêkekê bikim.
Dîk keniya, got:

-Yekî nizanibe ewê bibêje qey qûna te pir paqij e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE