06 februari 2019

Şêr û nêçîrvan



Yê resam  di pêşangeha xwe da bi temaşevanan ra digeriya û bersîva pirsên wan dida. Gelek kes li ber tabloya şerekî û nêçîrvanekî kom bûbûn û bi heyranî li ser tabloyê dipeyivîn.


Di tabloyê da şêrekî nêçîrvan kuştibû li erdê dirêjkirîbû û nêçîrvanekî hûrik, bi quretiyeke mezin li kêleka şêr sekinîbû û nigekî xwe jî dabû ser serê şêr û xwe nepixandibû.

Şêrê di tabloyê da ji nişka ve hat zimên û ji kesên li ber tabloyê kom bûbûn ra got:

-Resamên me şêran tunene.  Heger resamên me şêran jî hebûna nuha yê li erdê ewê ev nêçîrvan bûya û ji dêlî nigê wî, lepê min ewê li ser serê wî bûya.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE