18 februari 2019

Sebebê êrîşkariya Tirkiyê antî kurdbûn e


Li gorî 10-15 sal berê li Amerîkayê, li Ewrûpayê û bi giştî li dinyayê jî li hemberî kurdan sempatiyeke mezin heye, êdî him kurd bêtir tên naskirin û him jî ji bo azadî û serxwebûna wan pirştgiriyeke xurt çê bûye.

Meriv vê piştgiriya bi kurdan ra di medyaya amerîkî û ewrûpî da jî dibîne. Ji devê siyasetmedar û ronakbêrên emerîkî û ewrûpî dibihîze.


Êdî gelek ronakbîr û siyasetmedarên ewrûpî yên xwedî giranî bi rengekî vekirî piştgiriyê didin serxwebûna kurdan û dewlet û hukûmetên xwe jî ji bo ku piştgiriya serxwebûna kurdan nakin rexne dikin.

Çiqas rast e, çiqasî ne rast e ew minaqaşeyeke din e, lê belê li gorî sero û birêvebirên Tirkiyê, Amerîkayê û hin dewletên ewrûpî serxwebûna kurdan girtine ajandeyên xwe û gav bi gav li ser dixebitin.

Tirkiye ji vê piştgiriya li dinyayê ji kurdan ra çê bûye gelkî ditirse û dixwaze bi êrîşkariya xwe van dewletan bitirsîne û rê li ber berdewamiya piştgiriya kurdan bigre.

Ji bo ku ev piştgirî ji kurdan ra zêde xurt û berfirehtir nebe û di qada siyasî da xwe nîşan nede, lema jî Tirkiye pir agresîv hereket dike, siyaseteke bêkompromîs dimeşîne, bi hemû hêza xwe û pir bêperwa êrîşî kurdan û Amerîkayê û dewletên piştgiriyê didin kurdan dike.

Meriv kane bibêje Tirkiye dixwaze bi van êrîşên xwe ewrûpiyan û emerîkiyan bitirsîne, ji bo ku zêde pêş da neçin, ji bo ku dev ji alîkariya kurdan berdin.

Heta mimkûn be Tirkiye ewê dev ji vê siyaseta xwe ya antî-kurd û agresîv bernede. Çimkî Tirkiye naxwaze kurdê bakur nas bike û mefekî herî biçûk jî bide wan.

Hedefa Tirkiyê û tirkan Kurdistanê li  xwe bihelînin û kurdan jî bikin tirk. Lema jî naxwazin ji kurdên bakur ra piştgiriyek çê bibe.

Heger nêta tirkan û dana mafê kurdan hebûya li Sûriyê siyaseteke hewqasî antî-kurd nedimeşandin, ji ber ku di rojeva wan da qebûlkirina hebûna kurdan û mafê wan tuneye, lema jî dixwazin li rojava kurd nebin xwedî desthilat.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE