11 februari 2019

Pir ditirsin


Serok û birêvebirên Tirkiyê gav û saetê gefan li kurdan dixwin, tirsê di kurdan difirînin, dixwazin bi tirsandinê kurdan teslîm bigrin, bêdeng bikin.

Hin kes ji tirsê bimelisin jî lê ev hesabekî şaş e, kurd bi tirsandinê dev ji micadela xwe û şerê azadiyê bernadin.

Li alî din "yê kesên din bitirsîne, ew bi xwe tim û daîm di nava tirsê da dijî."
A. CIaudius
Sebebê gefên wan ji tirsê ye, pir ditirsin...



"Yê gelek kes jê bitirse, dibê ew jî ji gelek kesan bitirse."

PubIiIius Cyrus

Erdogan û taximê wî ji gelek kesan ditirsin, meriv  her roj dibe şahidê vê tirsa wan.


XXX
Wezîrê Karên Hundur yê Tirkiyê Suleyman Soylu meş û protesto jî li HDPê yas kir, got:

”Xwedêgiravî parlamenterên HDPê dikin li vir û li wir ji bo Apo meşan çê bikin. Yê bihêle hûn bimeşin ne mêr e !”

Wezîrekî wiha û beyaneke wiha bi miletê tirk dikve. Tirk dibêjin ”beroş gindirîye qapaxa xwe dîtiye.” 

Xwedê heye, tirkan serokek û wezîrekî tam layiqî xwe, tam li gorî xwe dîtine.
Li hev pîroz bin !

XXX
Gelek kes hene li gorî rewşê dibin merivê derekê, partiyekê. Demakê bûn heyranê Erdogan. Dû ra bûn merivên Erdogan-Gulen. 

Piştî fermana Gulen rabû bûn merivên Erdogan. 

Demek derbas bû Erdogan jî bera wan da û li ortê man. 

Nuha dîsa dixwazin di nava kurdan da ji xwe ra ciyekî cêkin.

Ez bawer nakim gel hewqasî saf û bêhafize be, tarîxa me hîn pir nuh e. 

Dibê meriv qedrê xwe û îtîbara xwe bizanibe, meriv carê ew xera kir, paşdeanîna wê, cebara wê ne mimkûn e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE