27 februari 2019

Heger em bixwazin dewleta me tunebe jî em kanin zimanê xwe biparêzin



Nuha jî ”tunebûna dewleteke kurd” bûye benîşt û ketiye devê hin kesên naxwazin dev ji tirkî berdin û bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin û bi kurdî binivîsin.

Hin muptelayên tirkî dêjin efendim ji bo parastina kurdî dewlet lazim e, heta dewleta me çê nebe, em çi bikin jî em nikanin zimanê xwe biparêzin... 


Yanî bang û daxwaza dibêje zarokên xwe bi kurdî mezin bikin, bi kurdî binivîsin bêfeydeye, ji ber ku dewleta me tuneye em çi bikin jî tu fêda wê tuneye.

Lema jî daxwaza, israra bi kurdî binivîsin, zarokên xwe bi kurdî mezin bikin, kurdî biaxivin ne rast e. 

Çimkî em wer bikin jî heger Kurdistan çê nebe emê nikanibin kurdî ji mirin û wenda xelas bikin.

Kero nemir qîfar tê, pîrê nemir bihar tê. Heger em li bende avabûna dewleta kurd bin me havil kir, ev tê maneya dibê em asîmîlasyonê û tirkîtiyê qebûl bikin.

Helbet dewlet pir muhîm e û heger kurd tu carî nebin xwedî statuyeke siyasî, ya jî xwedî dewleteke serbixwe bêguman hebûna zimanê wan di tahlûkê da ye. 

Lê belê ev îdîa ne temamiya rastitê ye, ev nayê wê maneyê heta dewleta me çê nebe em nikanin tiştekî bikin, ya jî em çi bikin jî bêfeyde ye.

Ma heta nuha Kurdistaneke serbixwe û dewleteke kurdan hebû kurdî heta îro ma?

Ma kurdên îro bi kurdî zanin û bi kurdî dinivîsin li Kurdistaneke serbixwe mezin bûn lema bi kurdî zanin ?

Kurdên îro bi kurdî zanin û bi kurdî dinivîsin bi xêra axaftina bi kurdî ye, ne bi xêra hebûna dibistanan û dewletê ye.

Ma li bakur zarokên îro bi kurdî zanin, bi kurdî mezin dibin diçin dibistanên kurdî?

Ma kesên îro bi kurdî berhemên edebî dinivîsin, kovar û rojnameyan derdixin çûne dibistanan?

Bêguman na, ji ber ku dê û bavên wan bi wan ra bi kurdî peyivîne û ew jî kurdî zanin û dinivîsin.

Serê sedsalan e ev rewş wiha ye, dibêstanên kurdan malên kurdan e, mamosteyên wan dê û bavên wan in.

Ma li rojhilatê Kurdistanê(Îranê)dewleteke kurdî heye û zarokên kurdan diçin dibistanên kurdî lema bi zimanê xwe zanin?

Bêguman na, ji ber ku bi kurdî mezin dibin lema zimanê xwe zanin û bi wî zimanê dijîn.

Yanî helbet dewlet muhîm e, helbet dewlet çê nebe kurd tim peyder pey ewê bihelin û bibin tirk.

Lema jî xelasiya kurdî û kurdan ya herî saxlem di dewletbûnê da ye.

Lê belê ev nayê wê maneyê heta dewleteke me çê nebe em nikanin tiştekî bikin? 

Ya jî em çi bikin jî tu feydeyeke wê tuneye.

Ne wisa ye, dewlet tunebe jî meriv kane zimanê xwe biparêze û bi pêş da bibe. 

Îspata vê kurd bi xwe ne, heta nuha bêyî ku dewleteke kurdan ya serbixwe hebe, ji ber ku zarokên xwe bi kurdî mezin kirine, ji ber ku dev ji zimanê xwe bernedane zimanê wan heta îro maye.

Ev yek ne ji bo me kurdaan tenê wiha ye, li Afrîkayê, li Austûralyayê, li Hindistanê û gelek derên din jî gelek miletan bêyî ku dewleteke wan ya serbixwe hebe, bêyî ku bi zimanê xwe bixwînin, tenê bi axaftinê zimanê xwe parastine; û him jî bi hezarên salan parastine.

Lema jî îdîa dewleta me çê nebe em nikanin kurdî biparêzin ne rast e, reva ji berpirsiyariyê û teslîmbûna asîmîlasyonê ye. 

Li bakurê Kurdistanê(Tirkiyê)dewleteke kurd tuneye, lê hemû kurdên îro bi kurdî zanin û bi kurdî dinivîsin, bi sedan nivîskar û şairên îro hene, yek jî neçûye dibistana kurdî, hemû jî li malên xwe, ji dê û bavên xwe kurdî fêr bûne. Dagerkeriyê û dibistanên tirkî nikanîbûye kurdî bi wan bide jibîrkirin, çimkî zimanê wan yê malê krdî bûye, bi kurdî mezin bûne.

Heger em jî bi zarokên xwe ra bi kurdî bepeyivin emê jî wan ji asîmîlasyonê biparêzin û wan wek kesên bi zimanê xwe zanin mezin bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE