23 februari 2019

Ne ew dev ji zulm û înkarê berdidin û ne jî em dev ji liberxwedana xwe...


Ev sad sal e heta ji wan hat em kuştin, em bi çolan xistin û xwestin me biheînin, bikin tirk.

Û heta ji me hat me jî li ber xwe da, me tirkbûn red kir û me got em kurd in û emê kurd bimînin.

Ne wan dev ji terora xwe berda û ne jî me dev ji liberxwedana xwe.
Şerê me berdewam e.


XXX
Ji kîjan partiyê dibe bira bibe, ya jî serbixwe be, li Kurdistanê namzedên beledîyeyan dibê bi kurdî zanibin. 

Pir şerm e namzedê serokê belediya bajarekî Kurdistanê bi kurdî nizanibe û bi medya kurdî ra bi tirkî bipeyive.

Namzed çiqasî paqij û baş dibe jî dibê kurd rayên xwe nedin kesê kurdî nizane.

Bi baweriya min dibê meriv di qada siyasî da kesê bi kurdî nizane neke serok û berpirsiyarê xwe, tu warî da neke namzedê xwe û tu carî raya xwe nede kesên bi kurdî nizane. 

Ev fikrê min e. Lê kes ne mecbûr e wek min bike. Bi ya min siyasetmedarê kurdan dibê bi kurdî bizanibe. 

Dawiya siyasetmedarên bi kurdî zanin hîn nehatiye. Em ne mecbûr in kesên kurdînezan bikin nûnerên xwe, serokên xwe, parlamenter û serokên belediyeyên xwe.
Gerek em vi siyaseta tirkbûnê, asîmîlebûnê red bikin.

Dibê meriv fikrê xwe bibêje heta milet fêm dike ev ne tu rê ye, siyaseta "tirkiyecî" û serokatiya tirkan me dike tirk.

Dibê em tirkan nekin serok û nûnerên xwe.

Yekî cihû(yahûdî) çiqasî baş û dostê filistîniya be jî filistînî wî nakin serok û nûnerê xwe.
Û yê cihû jî viya naxwaze.
Lê him em wan dikin serok û nûnerên xwe û him jî tirk dixwazin.

XXX
Berdevka Qesra Spî îro got piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê ewê 200 leşkerên Amerîkayê li Sûriyê bimînin.
200 leşker ne jimareke pir e lê dîsa jî pir baş e.
Li rojavayê Kurdistanê mana leşkerên emerîkî pir hindik ewê ji bo kurdan bibe şemsîyeyeke ewlekariyê. Û belkî ev yek bibe sebeb ê hin welatên din jî leşkerên xwe bihêlin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE