Ev demeke ez her
sibe berê dîlokekê/heyranokekê û dû ra jî pêkenînekê, metelokek mîzahî parve dikim, diweşînim.
Pêkenîn mîzah e, him henek e, meriv dide kenandin û him jî dide fikirandin.
Bi qasî min dît kêfa xwendevanan jî ji van pervekirinên min yên mîzahî ra tê.
Wek tê zanîn pêkenîn(pêkenok) ne belge û nivîsa li ser tarîxê û ne analîza ilmî ye, ne nivîsa siyasî ye, pêkenîn e, henek e, mîzah e, satîr e, nivîsa îronîk e.
Têkiliya pêkenînên ez diweşînim bi rastiyê ra, bi analîzên ilmî û sosyolojîk ra tuneye, henek e, mîzaha nivîskî ye.
Meriv henekan bi devkî jî dike û bi nivîskî jî. Mîzah bi karîkatoran jî dibe. Di vî warî da kovarên mîzahî hene.
Kitêbeke min ya pêkenokan bi navê ”hindik-rindik” heye.
Pêkenîn ji bo ken û kêfxweşkirinê tê gotin, mîzah e.
Bingeh û esasê hin pêkenînan hebin, bi rastî qewimî bin jî, lê bi piranî pêkenîn ne bûyerên bi rastî qewimî ne, însan li hev tînin. Lema jî belge û îspata wan tuneye, henek e, meriv ji xwe ra li hev tîne. Ji bo ku meriv bikene, sohbetê geş û xweş bike, meriv henekekê dike.
Lê hin kes pêkenînan û nivîsên siyasî, tarîxî, edebî, kulturî, sosyolojîk û hwd. ji hev nagerînin û pêkenîn ez diweşînim wek nivîsên siyasî, sosyolojîk, tarîxî dibînin û di wê çarçeweyê da min rexne dikin, pirsan ji min dikin, belge û delîlan ji min dixwazin.
Hin kes dibêjin:
-Qesta te çi ye?
-Te ev pêkenînin li ser kê gotiye?
-Ma sûcê filan kes jî tuneye?
-Tu kanî viya îspat bikî!
Di nava van kesan da kesên saf, nezan jî hene, lê kesên zane, xwedî kîtab û nivîskar jî hene.
Gelo ez her roj li binî "ev pêkenîn e, mîzash e, tu têkiliya wê bi rasitê tuneye" binivîsim ?
Ji ber ku wek min got, hin kes pêknînên ez parve dikim û
nivîsên siyasî ji hev nagerînin û lema jî ji min belge û delîlan
dixwazin.
Gelo fikrê we çi ye, hûn çi difikirin?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar