09 februari 2019

Merivê baş yê tu ji kenê wî hez dike !



Îro roja wefata nivîskarê mezin, hosteyê naskirina ruh û hestên însên Dostoyevskî ye.

Vî nivîskarê mezin 198 sal berê di 9ê sibatê da di 60 saliya xwe da xatir ji însanên dixwest nas bike xwest û çû gerdûneke ebedî.

Dostoyevsî mir lê belê bi berhemên li pey xwe hîşt, bi gotinên ji me ra kirin xwe nemir kir. Hin kes bi berhemên xwe, bi kirin û mîratên xwe nemir in, Dostoyevskî jî yekî ji wan kesan e.



Di vê roja wefata vî hostayê mezin da min got du sê gotinên wî yên li ser însên pêşkêşî we bikim.

-Însan mîstîk e. Heger tu hemû jiyana xwe fedayî naskirina wî bikî, hêja ye, tu tiştekî vala nakî. Ez bi xwe bi vê mîstîsîzmê ra mijûl im, çimkî ez dixwazim bi însan bim.

-Başiya herî baş ya însanekî dunigbûn û nankoriya wî ye.

-Gava meriv bedbext e (nedilşad e, ne bextewar e) meriv bedbextiya kesên din pirtir hîs dike.

-Avêtina gavake nuh, gotina  peyveke nuh, tirsa însên ya herî mezin e.

-Merivê/însanê baş e yê tu ji kenê wî hez dikî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE