16 februari 2019

Me li Stockholmê 100 saliya ronakbîrê hêja Nûredîn Zaza pîroz kir !



Îro me li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî 100 saliya jidayikbûyina evîndarê kurd û Kurdistanê û ronakbîrê bi nav û deng Nûredîn Zaza(1919-2019) pîroz kir.


Nûredîn Zaza, kurdperwer û ronakbîrekî zana, întellektuel û şexsiyetekî pir hêja bû. Pêşgotina wî ya destana Memê Alan nîşan û îspata zanayekî mezin e.


Wî jiyana xwe weqfî miletê kurd û azadiya Kurdistanê kir, ji bo kurd û Kurdistanê gelek xebatên hêja li pey xwe hîşt. Di bîranînên wî da meriv vê xebata wî ya bêhempa û zulm û zahmetiyên, dîtine û bêkesiya ronakbîrên kurd dibîne.


Dibê her kurd bîranînên vî ronakbîr û kurdperwerê hêja bixwîne.

Li gorî agahiya Mahmûd Lewendî da, di demek nêz da nameyên wî yên ji dost û hevalên xwe ra, ji lawê ra şandine ewê wek kitêbekê derkeve.


Konê Reş jî bi minasebeta 100 saliya wî kitêbek hazir kiriye. Hêvî dikim di demek nêz da em van herdu berheman bibînin û vî ronakbîrê hêja baştir nas bikin.




Omer Şêxmûs, Reşo Zîlan, Samî Namî, Firat Cewerî, Mahmûd Lewendî û Salihj Înce her yekî ji aliyekî da qala jiyan û xebata Zaza kir û hin bîranînên xwe û namêyên wî ji wan ra şandine bi guhdaran ra par ve kirin û ji xebat û têkoşîna wî ya ji miletê kurd û Kurdistanê gelek numûneyên hêja dan.


Xanima Nûredîn Zaza Gilberte Favra Zaza ji Swîsreyê û Konê Reş jî ji Qamîşloyê bi vîdeoyê beşdarî merasima bîranînê bûn. 

Ne ji Stockholmê tenê, ji hin bajarên din jî gelek hezkiriyên Nûredîn Zaza hatibûn semînera bîranînê.


Gelek spas ji bo Komela Kurd li Spanga û Kitêbxaneya Kurdî ku ev bîranîn pêk anîn.

Metna(axaftina) kekê Omer Şêxmûs amade kiribû pir xweş û bi detay bû, min xwest ji min ra bişîne, gava şand ezê belav bikim.

Not:
Li jor min got dema Omer Şêxmûs nivîsa xwe bişîne ezê belav bikim. Heger hûn dixwazin Nûredîn Zaza baştir nas bikin fermo vê nivîsa kêkê mer Şêxmûs bixwînin.


Omer Şêxmûs
"Gotin û Peyva min di roja bireweri ya 100-sali ya Dr. Nûredîn Zaza li Kiteebxana Kurdi li Stockholm, 16-2-2019.
Nûredîn Zaza; rewşenbîr, siyasetvan û mirov Niviskar:
Umer ŞêxmûS
Min di hemû jiyana xwe de kêm meriv nas kirine ko wek Doktor Nûredîn (Yûsif) Zaza serbilind, pak, paqij, dilsoz, gentelman û bi dil û can Kurdistanî bin.
Min Navê Doktor Nûredîn, ji biçûkanî û zarotîya min de, tim li mala me dihate baskirin.
Ez digel dengê wî mezin bûm. Pilakek li mala me hebû ko Dr. Nûredîn li Lausanneê amade kiribû û ji bavê min (Mihemed Eli Şêxmûs Şwêş) re şandibû û tê de şiira bi nav û deng ya Qedrîcan li ser Barzanî bi dengê xwe û bi rengekî pir karîger û hesthejandin dixwend.
Me tim lê guhdarî dikir. Herwiha, tim behsa qehremanîya wî dihate kirin ko çawa, di xortanîya xwe de, xwe ji nav lepên leşkerên tirkan rizgar kiriye û xwe ji tirêna navbera Helebê û Qamişloyê avêtiye û xwe gihandiye mala me li Amûdê.
Paş gelek salan ko bîrewerîya Dr. Nûredîn belav bû, min zanî ko ev serpêhatî di Nîsana sala 1942an de bûye. Ez wê çaxê 2-mehî bûm.
Paş şoresên Şêx Seîd û Araratê li Kurdistana Bakur, gelek şoreşger û niştimanperwerên wî perçî rû li Kurdistana Sûriyê kirin. Jimarek ji wan, di destpêkê de, li bajarê Amûdê‚ ko wek bajarekî kurdî têkoşer hatibû naskirin - niştecih bûn.
Di nav wan de Qedrîcan, Memdûh Selîm, Osman Sebrî, Mele Hesenê Hişyar û Reşîdê Kurd bûn. Lê, hinek têkoşerên din wek Arif Abbas, Mela Ehmedê Namî, Evdê Têlo û Dr. Ahmed Nafiz û birayê wî Nûredîn Yusif (Zaza) li Qamişlo û piranîya malbata Cemîl Paşa li Dirbêsyê bi cih bûn. Hamza Begê Mikis digel çend têkoşerên din wek Abdur-rahmanê Ali Yunis li Şamê diman.
Dostanî û hevaltîya bavê min digel Nûredîn Zaza di sala 1938an de xurt bû gava ko "Kluba Ciwanên Kurd-Jeune Kurde" bi serokitya bavê min li bajarê Amûdê hat danîn.
Di nav wan kesan de ko pir tê de çalak (aktîv) bûn, navê Mamoste Cegerxwîn, Qedrîcan, Osman Sebrî, Yusif Hirsan, Brahîmê Hajî Îsa, Ezîzê Darê, Ibrahime Metini û Nûredîn Yûsif tê baskirin.
Piranîya marş û şiirên militanî yên Mamoste Cegerxwîn u Mela Ehmedê Namî di wê demê de hatine nivîsandin, ji bo xortan û endamên klubên welê herwiha ji bo firqên wanî Keşafe (Scout)re, ko bi alîkarî û handana Nûredîn Zaza hatibûn damezrandin li Şam, Heleb, û Qamişloyê. Nûredîn herwiha dersên zimanê Kurdî didan wan. Dr. Nûredîn li her cihekî bûya, xebat û têkoşîn ji bo Kurd û Kurdistanê dikir.
Her ji ber welê jî dihate girtin û kete zindanên piranîya welatên Rojhilata Navîn. Wek Iraq, Sûriye û Libnan. Ji alî hukûmeta Tirkiyê ve jî ew û birê wî Dr. Ehmed Nafiz mehkûm bûn û tim şerê wan dikirin. Em dibînin ko di sala 1937an de, paş kuştinên bi komal li dijî Şoreşa Dêrsimê, ji alî rêjîma faşist ya Mustafa Kemal, Nûredîn piranîya xwendevanên Kurd li Şamê kom dike û wefdekê dirust dike û bi hev re nivîseke narazîbûnê li dijî dewleta Tirkiyê didin piranîya sefaretxanên biyanî li Şamê.
Her ev gav jî bû sedema damezrandina yekemîn komela xwendevanên Kurd li Sûriyê bi navê ”Komela Hêvî”, ko ji 15 kesan pêk hatibû û bo nêzîka sal û nîvekê xebata xwe dom kir.
Vê komelê rê xweş kir ji bo xebata Kurdîtiyê û danîna gelek komele û klubên ciwanan li piranîya bajarên Kurdî li Sûriyê.
Her di vê demê de Nûredîn gelek nivîsandinên giranbuha û çîrokên Kurdî ji bo Kovara ”Hawar”ê dinivîsand, ko ji alî Mîr Celadet Bedir-Xan li Şamê belav dibû. Her ji bo vê xebata Kurdistanî, Nûredîn di havîna sala 1944an de digel Niwênerekî Partîya ”Hîwa”, ji Kurdistana Iraqê, dixwaze ko xwe bighine Barzanî û serokatiya ”Hîwa” jo bo beşdarbûn di şoreşa sala 1943an de li wî perçê Kurdistanê.
Lê mexabin, li Mûsilê tên girtin û nêzîka salekê di zîndanên Iraqê de dimîne, li Mûsil, Bexdê û Amara.
Paş dijwaryeke zêde û alîkarîya gelek niştimanperweran rizgar dibe. Her di dema zîndanê de têkoşerên wek Elî Hamdî, Mîr Haj û Ewnî Yûsif nas dike. Piştî berdan û vegera wî bi demeke kurt, di sala 1945an de diçe Bêrûdê ji bo xwendina bilind û cihê Dr. Kamuran Bedir-Xan digire bo birêvebirina Radyoya Kurdî, ko ji alî dewleta Firansa di dema Şerê Duwem ê Cihanî, heta sala 1946an belav dibû. Dr. Nûredîn di bîranînên xwe de bahs dike:
Di wê salê de ko dema Komara Kurdistanê li Mehabad bû û ji ber ko rewşa dezgehên Firansî li Libnanê bê ser u ber bûn, karî bûn ko bi rengekî azadî ya nisbî kar bikin û bernamê radiyo ji bo pêşketina ziman û pirsa Kurdî bi kar bînin.
Herwiha, di sala 1947an de, Nûredîn di dema xwendina Bêrûdê dîsan ”Komela Xwendevanên Kurd” digel hinek hevalbendên xwe ji hemû perçên Kurdistanê‚ li Zanîngehên Libnanê ava dike û digel xwendina xwe dibistaneke Kurdî ji bo Kurdên Bêrûdê datîne.
Paş ko di payiza sala 1947an de diçe welatê Swîsreyê ji bo xwendina doktorayê, pir hewl dide ji bo naskirina pirsa Kurdî u Kurdistanê li cem raya giştî xelkên Ewrûpayê.
Her bi wî rengî, digel çend xwendevanên Kurd li Lausanneê, wek Kak Îsmet Şerîf Vanly, di sala 1949an de ”Komela xwendevanên Kurd li Ewropa” datînin û kovarekê bi navê ”Dengê Kurdistan” derdixin, ko Nûredîn sernivîskarê wê bû û li Parîsê çap dibû. Lê mexabin emrê wê komelê tenê yek sal bû.
Dr. Nûredîn, heta salên dawî di emrê xwe de, gilî û rexne li Şehîd Ebdur-rahman Qasimlou û birê wî Ehmed digirt, ko endamên çalakî wê komelê bûn û li Parîsê dixwendin, û li ser daxwaza Partîya ”Tudeh” ya Îranê (ko ew endamê wê bûn) xwe ji Komelê kişandin û ev yek ji sedemên nemana wê Komelê bû.
Paş wê di sala 1950î de, em dibînin ko Nûredîn bi navê wefda Kurdistanê beşdarî dike di Festîvala Gencên Cîhanê li Budapestê, li Macaristanê, lê ji alî wefdên partîyên komunîstên hemû welatên Rojhilata Navîn tê şer kirin.
Lê, serokatiya festîvalê her rê daye ko bi navê Kurdistanê bipeyive û dan û standinan bike. Herwiha em dibînin ko çawa xwendevanên Tirk li Zanîngeha Lausanneê, şerê wî dikin û dixwazin rê lê bigrin ko peyvekê bide, di civîneke narazîbûnê de li dijî Hukûmeta Tirkiye, di Sibata 1950î de, li ser girtina şairê bi nav û deng Nazim Hikmet. Lê Nûredîn her kol neda û her li ser xebat û xwendina xwe berdewam bû û yek ji berhemên herî mezin ji hewlên wî damezarandina ”Komela Xwendevanên Kurd li Ewropa” bû, ko di 16ê meha 8an, di sala 1956an de, paş vegera wî bo Sûriyê, ji alî 17 xwendevanên Kurd ji hemû perçên Kurdistanê li zanîngehên welatên cihê li Ewrûpayê, li bajarê Weisbaden li Elemanya Rojava hate danan.
Paş ko Dr. Nûredîn doktora xwe di felsefa perwerde (pedagogik) de li zanîngeha Lausanneê‚ temam kir, di havîna sala 1956an de vegeriya Sûriyê. Min roja yekemîn digel bavê xwe ew dît. Merivekî nerm û rûxweş bû. Ez wê çaxê xortekî 14-salî bûm.
Pir baş tê bîra min ko du pirs ji min kirin. Yek ew bû: ko ez dixwazim bibim çi gava ko ez mezin bim?, ya duemîn ew bû: ko ez dizanim bi Kurmancî binivîsim yan na? "
Min got: ez dixwazim bibim komandanê hêzê polîs û belê ez dizanim bi Kurmancî bikitibînim ji dêvla binivîsim.
Pir keniya – heta salên dawî berî ko koça dawî bike, her car ko me hevdû didît, bi henekan digot:
"Va Umerê komandanê polîs ko Kurmancî dikitibîne hat".
Di sala 1957an de, Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê hat damezrandin û Dr. Nûredîn bû yekemîn serokê partîyê.
Herwiha nêzîka du salan li zanîngeha Şamê bû mamoste. Ez sala 1958 bûm endamê KDPSê û min Dr. Nûredîn ji nêzîk ve nas kir. Serokekî çalak û îşker bû.
Digel Osman Sebrî tim kar dikir ko hemû belavok û nivîsên partî‚ bi Kurmancî derkevin. Dersên Kurmancî, karê rêxistinî û felsefe û zanist dida me hemûyan. Digel karê siyasî herdem mijûlî karê ziman û çanda Kurdî bû. Yek ji berhemên edebî herî mezinî wê demê ya dr.
Nûredîn çapkirina Dastana ”Memê Alan” bû di dawî ya sala 1958an de li Şamê, digel pêşgotineke zanistî pir bi nirx. Her di pêşîya wê kitêbê de, helwêsta Dr. Nûredîn li ser giringîya zimanê Kurdî baş diyar dibe gava ko dinivîse:
”Gelî Kurdan! Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiştî, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.
Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hez kirin, û bi hevaltî û dostanîya miletên din re pêş ve herin, û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin”.
Û dilsozîya Dr. Nûredîn ji hevalê xwe re di wê de derdikeve ko wê kitêbê pêşkeşî kurê dostê xweyî nêzîk Siyamendê Îsmet Şerîf Vanly dike.
Dr. Nûredin qet hez ji sekterism û dûberekî nedikir û herdem kar dikir ko partî bibe tevgereke cemawerî ji bo hemû milletê Kurd li Sûriyê. Pir ji nakokîyan (konflikt) aciz dibû û xwe jê dûr dixist.
Merivekî pir bi şehamet û keramet bû. Ji lewre piranîya serokên partîyên Ereban li Sûriyê pir rêz jê re digirtin.
Di xebata xwe de li Sûriyê, Dr. Nûredin çendîn caran hate zîndan kirin û pir dihate eşkence kirin li ser serbilindîya xwe û qebûlnekirina neheqîyê û çewsandinê.
Ew bû: sala 1960 digel piranîya serokatî û kadroyên PDKS hate girtin (ez bi xwe jî yek ji wan bûm) û bo dema salekê di zîndanê de ma. Di payiza 1961ê de Hukûmeta Sûriyê nehişt ko bibe endamê parlemana Sûriyê digel ko piranîya dengan anîn. Her di wê demê de, berî ko ez ji Sûriyê derkevim, ji bo xwendinê li Înglistanê, kitêba Salah Sadallah bi navê: ”Kurdistan – Divided Nation of the Middle East”, ko li jêr navê: ”S. S. Gavan” di sala 1958an de li Londonê belav bibû, da min û got: ”Îngilîzîya te baş e. Hinek ji feslên vê kitêbê bike Erebî ji bo ko em di rêzên partîyê de belav bikin”.
Min di nav çend hefteyan de ew kar encam da û pir ji karê min razî bû. Paş dûberekîya nav KDPS û hatina Partîya Baasê bo ser kar li Sûriyê, di sala 1963an de paş demekê xwe veşartin, rû li Libnanê kir û ji bo tevgera Kurdistanê kar dikir. Gelek rojnamevanên biyanî bi riya wî çûne Kurdistana Iraqê.
Min dûre hinek ji wan naskirin û pir pesnê zanebûn û karakterê Dr. Nûredîn didan. Lê, dezgehên asayişa Libnanê, di sala 1966an de, ew girtin û ji Libanenê derxistin û şandin Ammanê.
Lê, ji ber ko Urdun ew qebûl nekir vegerandin Libnanê, û dezgehên Libnanê ew teslîmî Sûriyê kirin. Paş çend mehan ji girtin û eşkencekirin, coup d’etat yekî nuh li Sûriyê cê bû û Dr. Nûredîn şandin bajarê ”Sweida” li herêma Drûzan weko kesekî sirgûnkirî û dûre di bin rûniştina bi zorê li Şamê di bin çavdêrîya dezghên asayişa Sûriyê de dima.
Paş van serpêhatîyên dijwar, Dr. Nûredîn ji Sûriyê bi qaçaxî derdikeve, û paş 37 salan ji dûrbûna welat û merivên xwe, di dawîya havîna sala 1967an de bi qaçaxî vedigere Kurdistana Tirkiyê û heta sala 1970ê hewl dide ko mafên xwe yên medenî dîsan li Tirkiyê bi dest bîne.
Lê, dezgehên dewleta Tirkiyê dixwazin wî bigrin û teslîmî Sûriyê bikin. Ji ber welê ji Tirkiyê direve û dîsan xwe dighîne Swîsreyê û dawa penaberîya siyasî dike.
Trajidîya Dr. Nûredîn, wek ya piranîya ronakbîrên Kurd yê nuha li derveyî welat in, ew bû: ko ew di nava kultureke siyasî singvekerî (tolerant) û demokrat li welatekî pêşketî wek Swîsreyê hîn bibû û dixwest li gor wan pîvanan kar û xebatê bike, lê piranîya kadroyê serokatiya tevgera gelê Kurd li hemû welatên Rojhilata Navîn di nava kultureke siyasî a nedemokrat, sert û totalîtêr yan marxist-leninist û Stalinist hîn bibûn.
Aso (perspektiv) ya bîrkirina wan jî pir cihê bû. Yek pir fireh bû û ya din pir teng bû. Yek hemû cîhan didît û ya din tenê hawîrdora xwe didît. Yek di qazancîya hemû gel de bîr dikir û ya din sekterîst bû û tenê bîr li qazancîya partî yan taqima xwe dikir. J
i lewre, pir zehmetîyên giran dihate pêş karê siyasî û nexweşî di nava rêzên tevgerê de peyda dibû.
Ev êşa han heta roja îro jî di nav tevgera gelê Kurd de heye û gerek bête çareserkirin. Lê, Dr. Nûredîn wek hemû gentelmanekî din û dilsozekî niştimanperwer nexwest ko bibe alî di van dûberekîyan de û hate derveyî welat.
Digel hemû êş û derdan, Dr. Nûredîn heta rojên dawî yên jiyana xwe ji bo pêşketina ziman û çanda Kurdî û rizgarbûna gelê Kurd û Kurdistanê kar dikir.
Ji min re, bi rengekî taybetî, cihê mexabinekî pir mezin e ko çend rojan berî koçkirina dawî ya Dr. Nûredîn, li gora gotina xanima wî a delal ”Gilberte”, pir hewl dabû ko bi telefonê digel min bipeyive, lê nimra min bi şaşitî lê dida û qet negot ko dixwest çi ji min re bibêje berî ko Xwedê lê xweş be.
Di dawîyê de, ez welê bawer im ko nav û bangê Dr. Nûredîn Zaza wê bi tîpên zêrîn di dîroka Kurd û Kurdistanê de bê nivîsandin û cihê wî wê tim di nava dilê têkoşerên Kurdistanî ên dilsoz de be. Stockholm, 16-02-2019.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE