02 februari 2019

Ma zivistana îsal jî zivistan bû !


Hemo û cehnime.
Hemoyê feqîr rahmet kir. Bi milê feqîro girtin, rasterat birin cehnimê/dojehê.
Çer ket hundur, zebanîyên dojehê tavilê lê hatin hev û çerpandinê, seriya te çi gotiye…


Çiqas bû qîrewîra wî jî zebaniyan guh nedanê, bi lêdanê rebeno ji hal da xistin. Di nava lepê zebaniyan da bi dengekî melûl got:
-Weleh dibê hûn baş bizanibin, heger miameleya we ev miamele be û kî were vir, bêyî pirs û sewal hûn lê wiha bikin, bi Xwedê kes nigê xwe navêje vira…

Rocî
Di meha remezanê da sofiyekî bala xwe dayê yekî parsek li bin darê rûniştiye û navroja xwe dixwe. Sofî bi hêrs got:
-Tu çima rociyê nagrî, ma tu ji Xwedê natirsî?
Parsek got:
-Lawo qey şansê min e! Dema ez bi rojan tî û birçî dimînim kes tiştekî napirse, nabêj çima tu birçî ye? Îro pariyek nan bi destê min ketiye, kî rastî min tê, dibêje çima tu dixwe? Ma ez ji birçîna bimrim?

Tir
Bûka nuh li ba xezûrê xwe tirek kir û pir fedî kir. Xezûr bala xwe dayê bûk pir fedî dike. Ji bo bûk şerma xwe birevîne xezûr got:
-Tişt nabe keça min, her tirek bi lawekî( bi kurekî) ye.
Kêfa bûkê ji vê gotina xezûrê wê ra hat, got:
-Apo ez yeka din jî bikim?
Xezûr got:
-Na keça min, ecele meke. 
Hela vî geda carê bi dê û bav mezin bike... 

Zivistan
Mêrik li bajêr rastî deyndarê xwe hat. Deynê xwe bi bîrê xist, jê ra got:
-Ka te soz da bû te yê deynê xwe vê zivistanê bida. Vaye zivistan jî qediya.
Yê deyndar got:
-Xwedêjêrazî, ma zivistana îsal jî zivistan bû !

Sînema
Binefşa biçûk ji diya xwe ra qala xewna dîtibû dikir. Piştî xewna xwe gişt got, diya wê jê pirsî:
-Delala min, ma tu zanî xewn çi ye?
Binefşê got:
-Erê ez zanim, sînemaya di xew da ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE