15 februari 2019

Li Salih Tûran xwedî derkevin

Salih Tûran


Ez Salih Tûran nas nakim. Lê ez zanim ew rojnamevan e û bi kurdî dinivîse. Ji do da ye polîsên tirk ew girtine. 

Ji bo ku meriv li S. Tûran xwedî derkeve û azadbûna wî bixwaze, ne hewceye meriv sond bixwe ku ew ne endamê tu partiyê ye. 

Salih Tûran tu sûc nekiriye û dibê were berdan. Tiştê dewleta tirk dike zulm e, çavsorî û zorbatiye.


Dibê baroyên abûqatan û hemû rêxistinên kurd li Salih Tûran xwedî derkevin. Fikrê kê çi dibe bila bibe, dibê kurd li hev xwedî derkevin û zulma dewleta dagirker protesto bikin.

XXX
Zanyar Umranî li ser zimên û nasyonalîzmê û têkiliya di nabêna herduyan da bi rahmetîyê Emîr Hesenpûr ra(1943-2017)hevpeyvîneke xweş kiriye. Hevpeyvîneke pir dirêj e. 

Min nuha qedand. Hin dîtinên wî yên li ser nasyonalîzma kurdan ya di warê zimên da ez ne pê ra me, lê li gel vê jî hevpeyvîneke hêjayî xwendinê ye. 

Di malpera #koavarazaema da gelek nivîsên hêja hene, ez pêşniyarî hemû kurdîhez û edebiyathezan dikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE