02 februari 2019

Ji bo ku got ataîst ji musilmanan bi exlaqtir in serê xwe xist belayê

Cemîl Kiliç


Nivîskar û mamoste Cemîl Kiliçê îlahîyatçî(alimê dînî) di beyaneka xwe da got, ”îro kesên ataîst li gorî musilmanan hîn bêtir li gorî Quranê û hîn bi exlaq dijîn.”

Piştî vê beyana Cemîl Kiliç, musilmanên tirk qiyamet rakirin û ew wek yekî dijminê dîn nîşan dan û hukûmetê jî ew ji karê wî derxist.


Li ser van bûyeran serokê Komeleya Ataîstan Selin Ozkohen telefonî Cemîl Kiliç kiriye û gotiye:

”Em amadene alîkariya huqûqî bi te ra bikin.”

Cemîl Kiliç matmayî maye û gotiye ”hûn ataîst in û ez jî merivekî dîndar im, ataîst, hûnê çawa dîndarekî wek min biparêzin?”

Selin Ozkohen jî gotiye:
”Neheqî li kê bibe em alîkariyê pê ra dikin û komeleya me jî ji bo wê ava bûye.” 

Her çiqas îslamîstan xwe qeherandin û Cemîl Kiliç afaroz kirin û ji kar derxistin, lê hin îstîsnayên herdu aliyan ne tê da, bi giştî Cemîl Kiliç gotineke pir rast û di cî da kiriye. 

Bi rastî jî îslamîstên tirk pir bêexlaq in û bi qurbana ataîstan bin. Ataîst ji wan gelkî paqijtir, humanîstir û bi exlaqtir in. Îş ne gotin e, emel e, prraktîka herdu seriyan jî li ber çava ye.

Gava meriv bala xwe bide jiyan û praktîka ataîstan û musilman îslamîstan, meriv dibîne musilman li gorî ataîstan pir virek, bêbext û bêexlaq in.

Îktîdara îslamîstan ya 17 salan nîşanî her kesî da musilman, îslamîst pir zalim in, virek in, irqçî ne, faşîst û pir û pir jî bêexlaq in. Yanî musilman qebûl nekin jî Cemîl Kiliç gotineke rast kiriye. Çimkî ew yekî ji wan e û musilmanan baş nas dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE